Hevşaredar Sari: Geverî gav bi şûn ve navêjin

Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari anî ziman ku bi polîtîkaya qeyûm re paşeroja xelkê Geverê tê dizîn, lê belê xelk tawîzê nade.

Her roja diçe deynê Şaredariya Geverê ya ku cara 2’an 18’ê Cotmeha 2019’an ji aliyê Wezareta Karê Hundir a Tirk ve hate xespkirin, zêde dibe.Deynê şaredariyê ku cara yekem bi qeyûm hate dagirkirin 680’ê milyon TL bû, niha bûye 1 milyar û 36 milyon.

Hevşaredar Îrfan Sari yê ji erkê hate girtin û şûna wî qeyûm hate danîn, rewşa dawî ya li herêmê ji ANF’ê re anî ziman.

Sarî destnîşan kir ku qeyûm mîna polîtîkaya dewletê ji bo siberoja siyaseta AKP’ê hate avakirin û got: “Vê rojevê anîn asteke ya polîtîkayê, dixwazin xespkirina qeyûman asayî bikin. Dixwazin vê jî li Tirkiyeyê li ser beş û gelê Kurd ên têkoşîna demokrasiyê didin, bisepînin.”

Sari anî ziman ku HDP gelek xebatên baş kirin, di vê mijarê de xwe îsbat kiriye û bûye partiyeke ku li cihên cuda yên Tirkiye wê bi ecibîne û erê bike û got: “Ji ber ku Erdogan û AKP vê weke gefekê dibîne, ji bo pêşiya vê bigire dest bi pêngavekê kir.”

TALAN Û DIDIZIN

Sari bal kişand ser talana qeyûman û AKP’ê wiha domand: “Çandeke ya talanê pêşxistin. Mudaxeleyî xebatên me yên çandê, dîsa projeyên jinan û zarokan kirin, ev sazî hemû talan kirin. Qaseyên şaredariyê valakirin, pereyê herî ji bo alîgirên AKP’ê hatin veguhestin. Karên leşkerî hemû bi şaredariyê kirin. Îhale dan alîgirên xwe û yên nêzî xwe. Nelirêtiyê dikin. Jîngehên welatiyên sivîl qir dike. Dixwazin hafize û dîroka gelan jê bibin.Dixwazin gelê Geverê neçarî koçberiyê bikin. Dixwazin vê bixin meryetê.

‘XELKÊ GEVERÊ BI SEKN E’

Sari anî ziman ku vê polîtîkayê tenê li Gever, Şirnex, Sûr, Nisêbîn nake, li hemû navçe, bajar û gundên Kurd lê ne dike û got: “Xelkê Gever li ser lingan e, bi sekn e. Gav ji berxwedanê paş ve nade. Me xwest em bajarê xwe bi xwe biparêzin. Gel jî vê dixwaze. Xebatên me yên şaredariyê ji bo ava paqij a demek dirêj li bajar nebû, hatin kirin. Lê ji ber mudaxele û polîtîkaya qeyûm ev projeyên me temam nebûn.

‘GEL WÊ BIGIHÊJE RÊVEBERIYÊN XWE’

Sari daxuyakirin ku dixwazin betonê li ser hafizeya gel birêjin û diyar kir ku ev rewşeke pir bi fikar e û wiha pêde çû: “Vê texrîbatê dixwaze aliyeke siyasî ji bo xwe çêbike. Dixwazin şaredariyên gel asteng bikin. Wê di demek kin de gelê me bigihêjin rêveberiyên xwe yên xweser. Yê têk biçe wê bloka AKP-MHP’ê be. Polîtîkaya qeyûm ezyetek mezin dide mirov û jiyana bajar. Zindiyên jiyana xwezayî jî ji polîtîkayên qeyûm ziyanê dibînin.”

‘DEYNÊ QEYÛM GIHIŞTE 1 MILYAR Û 36 MILYON TL

Sari anî ziman ku 31’ê Adarê deynê şaredariyê 686 milyon bû her roja diçe ev deyn zêdetir dibe û got. “Îro em dizanin ku 1 milyar û 36 milyon TL deynê şaredariyê heye.”

Herî dawî Sari diyar kir ku wê li bi gel re mil bi mil têkoşînê bikin, li ser sindoqê wê dîsa dersa pêwîst bidin wan.