Hêviya bêdawî ya li ser ken..

Ken li her mirovî tê lê li hin mirovan zêdetir tê. Ji ber ku wan rêye heqîqetê hilbijartine û xwe danê. Her ku digihin heqîqetê xweşk dibin û kenê wan cuda dibin..

Gelhat (Eylul) Canda, Ekrem Şîmşek 15'ê Tebaxa 1993'an li  Bismilê ya Amedê jidayik dibe. Dibe sembola berxwedana Amedê. Gerîla Gelhat zarokê malbateke welatparêz e. Ji zaroktî ve tim di nav lêgerînan de bû. Piştî ku Lîseyê li Amedê diqedîne li Çewlikê zanîngehê dixwîne. Gelhat Canda ku li wir hînî gelek rastiyan dibe, qirkirina ziman û alê ya li dibistanan qebûl nake. Gerîla Gelhat ku di nav xebatên siyasî û ciwanan de dimîne, polîtîkayên gemarî yên dijmin bi rengekî zelal dibîne û biryar li ser dide ku bibe gerîla. Ji ber ku êdî tenê xebatên siyasî û ciwanan wî têr nakin, tim xwe kêm dibîne. Bi vê biryarê 2014'an tevlî nav gerîla dibe.

Gerîla Gelhat wiha behsa tevlêbûna xwe dike: ''7'ê Îlona 2014'an me fêhm kir, weke her ciwanekî  Kurdistanê divê em jî tevlî nav refên gerîla bibin. 8'ê Îlona 2014'an ez jî ji Licê tevlî nav gerîla bûm. Dijmin bi xwînxwarî bi xak, ziman, çand û mirovahiya me dilîze. Dema ku ez tevlî nav refên PKK'ê bûm ji gelek aliyan ve şaş mam. PKK ya ku di nav pergalê de me nas kirî û ya ku em di nav refên wê de bûn gelekî ji hev cihê bûn. Min digot belkî li çiyê derfet û şert pir giran in û ez ê bi hêsanî hîn nebim. Lê piştî ku tevlî nav gerîla bûm bi Rêber Apo û hevrêtiya ku hevalan nîşan dayî, min sira ku heq ji hemû dijwariyan derkevim dît û ev heqîeta jiyanê ye.

Jiyaneke dadmend e. Bi hevrêtiya vir mirov dikare heq ji hemû dijwariyan derkeve. Piştî ku ez tevlê bûm bêhtir bi karê gumrikê lebikîm. Karên gumrikê bêhtir karê nav gel bû. Bi vî rengî têkiliyên me yên nav gel zêdetir bûn. Dema ku me xwe dide ber glê xwe, di nav pergalê de em jî weke wan dijiyan. Di rastiya Rêbertî û PKK'ê de me fêhm kir ku îdeolojiyek e ku jiyana mirovî dide ber xwe. Ez ketim ber bandora jiyana komunal  û têkiliyên hevrêtiyê yên PKK'ê. Di nav rêxistinê de jî ji giyanê fedayî yên hevrêyên xwe pir karîger bûm.''

LI ÊLKÊ ŞEHÎD BÛ

Gerîla Gelhat ku piştî demekê li Başûr dimîne, bi pêşniya xwe di nav koma Bakur de cih digire, tiştên ku jiyabûn wiha dibêje: ''Çûna Bakurê Kurdistanê hîseke pir cuda ye. Li ser xaka ku em lê dijîn me her cure zext û zordariya dijmin dît. Niha jî em diçin ku li dijî dijmin şer bikin. Şerê bi her alî, ji aliyê jiyanî ve û ji aliyê psîkolojîk ve jî. Ev gel hêjayî her tiştî ye. Nexasim tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî nayê qebûlkirin.''

Em hazir in ku ji bo Rêbertî canê xwe bidin. Mirov nikare hîsen xwe vebêje. Ev hîseke pir mezin e, ez jî di nav koma Botanê de bûm. Botan weke keleha berxwedanê tê zanîn. Bi van hîsan em diçin Bakur. Heta ku Rêbertî û gelê Kurd azad bibe her gerîlayek heta bi dilopa xwîna xwe ya dawî wê li ber xwe bide û şer bike. Dewleta Tirk divê zanibe em ê şehîdan bidin. Lê em ê bibin bi hezaran, jidayik bibin û werin çiyan''. Gerîla Gelhat 2015'an li Êlkê, dema Operasyoan Şoreşer di şerê dijî dewleta Tirk de li gel 13 hevalên xwe şehîd dibe.