BI DÎMEN

'Hevalê Egîd li Kurdistanê dawî li tirsê anî'

Ji fermandarên YJA Starê Hêlîn Bêrîtan got, "Hevalê Egîd bû ew kes ku li Kurdistanê tirs kuşt û wêrekî xist dilê her kesî."

TÊKILDARÎ FERMANDAR EGÎD

Fermandara YJA Starê Hêlîn Bêrîtan anî ziman ku desthilatdariya Tirk li ber tinebûnê ye, çi dike bila bike wê nikaribe bi şervanên Egîd.

Ji fermandarên YJA Starê Hêlîn Bêrîtan têkildarî fermandarê efsanewî Egîd (Mahsûm Korkmaz) ji ANF'ê re axivî. Bêrîtan anî ziman ku fermandar Egîd bi sekn, taktîkên xwe yên şer û dilsoziya bi Rêbertî re bû mînak, ji gerîlatiya serketinê re bû pêşeng û got, "Hevalê Egîd bû ew kes ku li Kurdistanê tirs kuşt û wêrekî xist dilê her kesî. Bi hezaran gerîlayên jin û mêr hene ku bi ruhê hevalê Egîd tevdigerin. Yê ku di gerîlatiya modernîteya demokratîk de bi taktîkeke kûr xwe berdide nava dijmin ruhê hevalê Egîd e. Hevrêyên me bi îrade û baweriyeke mezin şer dikin. Desthilatdariya Tirk li ber tinebûnê ye, çi dike jî nikare bi şervanên hevrêyê me Egîd."

Ji fermandarên YJA Starê Hêlîn Bêrîtan bal kişand ser operasyonên şoreşgerî yên gerîla yên dema dawî û serkertinên ku bi dest dixin û got, "Gerîla di her kêliyê de nêzî dijmin e, divê bi vê zanibin. Kengî, li ku derê wê çi bike, ne diyar e. Gerîla berê xwe daye gerîlatiya serketinê, bi ruhekî êrişê yê mezin gerîlatiya serketinê bi pêş ve dibe. Şerê li Avaşîn, Zap û Metînayê bi daxwaza mezin, berxwedêrî û serweriya taktîkê ya hevrêyên me ber bi serketinê ve diçe. Em dilsozê armanca xwe ya misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe ne."

'EM BI RUHÊ NEWROZÊ ŞER DIKIN'

Ji fermandarên YJA Starê Hêlîn Bêrîtan diyar kir ku ew ji bo gelê Kurdistanê bi ruhê Newrozê şer dikin, canê xwe feda dikin û got, "Em şervanên bi sedan hevrêyên xwe ne ku ji bo bilindkirina ala serketinê şehîd bûn û ji bo hilanîna tola wan em têkoşîna xwe dewam dikin. Dijmin di mijara taktîk û balafirên keşfê de gelekî ji xwe bawer dikir, lê belê mîna ku fermandarên me jî eşkere kirin, gerîla li hemberî balafirên keşfê sîstema fuze afirandin. Ne gelê me ne jî gerîla mîna berê nînin. Gerîla bi teknîk û taktîka nû pêşketinên mezin bi dest dixin."