'Heta ku xiyanet hebe, wê dagirkerî jî bidome'

Li Kerkûkê di semînerekê de ku mijara wê dagirkeriya dewleta Tirk bû, hate gotin, "Pêwîste gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê baş bizane ku heta xiyanet li Başûrê Kurdistanê serwer be wê dagirkerî bidome û xelkê Başûrê Kurdistanê wê xêrê ji xwe nebînin."

Duh êvarê li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê bi armanca hişyarkirina gel a li hemberî metirsiyên li ser Iraqê bi giştî û bi taybetî metirsiyên dagirkeriya dewleta Tirk semînerek hat dayin. Semîner ku gelek kes ji çîn û beşên cuda yên civakê tevlê bibûn, ji aliyê Nivîskar û Rojnamevan Hesen Cûdî ve hat pêşkêşkirin.

Semînar bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna hemû şehîdên rêya azadiyê destpêkir. Piştî rêzgirtinê Rojnamevan û Nivîskar Hesen Cûdî dest bi axaftinê kir.

Cûdî di destpêka axaftina xwe de behsa sedemên serketina gerîla kir bê ka çawa bi çekê herî sade gerîla kariye li hemberî hêza duyemîn a NATO’yê û hêza herî mezin a xiyanetê ku PDK ye bi ser bikeve û wiha pêde çû: “Çend sedem hene ku dihêle hêzên gerîla li hemberî dijmin bi ser bikeve, çend faktorên herî girîng jî hene ku ji wana felsefe, bîr û bawerî û hêviya wan e. Gerîla xwedî hizr û felsefeya azadiyê ye. Ev şer û rageşiya li ser xaka Iraqê tê kirin; em dikarin bibêjin ku şereke cîhanî ye. Ji ber ku ji bo berjewendiya komek hêzan e û welatên cîhanê vê şerê ji bo serdestkirina xwe û berjewendiyên siyasî û aboriya xwe, her wiha ji bo pêkanîna stratejiya dagirkerî û zêdexwaziya xwe dixwazin Iraq û Başûrê Kurdistanê bixin bin kontrola xwe.”

Rojnamevan û Nivîskar Hesen Cûdî têkildarê şerê taybetê ku li dijî gelê Kurd û hêza azadîxwaziya Kurd tê kirin got; “Niha dijmin hewl dide bi rêya şerê taybet û derewkirina bi rêya ragihandinê tevlêheviya mejî çêbike, ji ber ku dijmin tenê dikare bi rêya teknolojiyê û şerê taybet şer bike û ti serketineke wê nemaye. Pêwîste gelê Iraqê wê metirsiyê fêm bikin ku ya li Iraqê birêve diçe, komployeke mezin li dijî gelê Kurd û bi giştî gelên Iraqê ye. Pêwîste gelê Kurd û gelên Iraqê li hemberî komployan xwedî helwest be. Şerê ku li dijî Başûrê Kurdistanê tê kirin bi pereyê mûçe û xizmetguzariya xelkê Başûrê Kurdistanê yê hatî dizîn ve tê kirin.”

Cûdî di dewma axaftina xwe de bal kişande ser rola Mistefa Kazimî û hevkariya wî ya bi dewleta Tirk û axaftina xwe wiha domand; “Mistefa Kazimî hevkariya Tirkiyê dike û ji bo ku li ser desthilat bimîne, amade ye ku serweriya welatê wî bê binpêkirin û beşek ji xaka welatê wî bê dagirkirin. Ji ber ku Kazimî ji bo bikare li ser desthilat bimîne pêwîstiya wî bi dengê hêzên Ereb ên Sûnî yên nêzî Tirkiyê heye. Di demekê de ku 50 baregehên leşkerî yên Tirkiyê li nav xaka Iraqê heye; lê Kazimî li hemberî dagirkeriya Tirkiyê ne tenê bêdeng e, di heman demê de êrişê xelkê sivîl ê Şengalê dike. Ew jî tê wê wateyê ku Serokwezîrê Iraqê li dijî welatê xwe binpêkirinan dike.”

Nivîskar û Rojnamevan Hesen Cûdî îşaret bi metirsiyên avabûna hikumetê ya ji aliyê hevpeymaniya 3 alî (Barzanî, Helbûsî û Sedir) kir û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Eger hevpeymaniya 3 alî ya bi serkêşiya Barzanî bi ser biketiba, wê plana şerên xwe li Iraqê berfirehtir bikiraban. Pêwîste gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê baş bizane ku heta xiyanet li Başûrê Kurdistanê serwer be wê dagirkerî bidome û xelkê Başûrê Kurdistanê wê xêrê ji xwe nebînin.”