'Heta ku em hebin, wê dewleta Tirk nikaribe vê xakê dagir bike'

Gerîlayên azadiyê ku bi pêşengiya hêzên YJA Starê li dijî êrişên dewleta Tirk li ber xwe didin, gotin "Heta ku em hebin wê dewleta Tirk nikaribe bi hêsanî vê xaka pîroz dagir bike."

Gerîlayên Kurdistanê yên ku tevlî Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê bûne, derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin. Gerîla ku bi moral û bi xurtî tevlî çalakiyan dibin gotin, "Em ji hêza xwe bawer in û tola hevrêyên xwe yên şehîd bûne ji dijmin hiltînin. Em ê bi çalakiyên xwe dijmin têk bibin."

Gerîlayên ku rê nadin dagirkeriya dewleta Tirk, bal kişandin ser serketina têkoşîna PKK'ê. Gerîlayan destnîşan kir ku di vî şerî de wê dîrokê binivîsînin û li dijî dijmin serketineke mezin bi dest bixin.

Dilê her gerîlayekî mîna volkanekê ye. bi çav û dilê xwe diaxivin. Şervanên Kurdistanê dema ku dikenin xwe digihînin dilê bi hezaran mirovî. Gerîla dibêjin, "Dem dema serketinê ye" û wiha dewam dikin, "Em ê bi hêza xwe şerekî mezin bikin û bi ser bikevin. Kelecana me mezin e."

Şervanên azadiyê bi pêşengiya hêzên YJA Starê bi daxwaza azadiyê li dijî êrişan canê xwe feda dikin. Gerîlayên azadiyê herî dawî vê peyamê didin: "Em şervanên Rêber Apo û PKK'ê ne. Em ê êrişên dewleta Tİrk têk bibin û dijmin li bin bixin. Heta ku gerîlayên azadiyê hebin wê dewleta Tirk nikaribe bi hêsanî vê xaka pîroz dagir bike. Têkoşîna me, berxwedana me wê bênavber dewam bike."