Herî dawî birin nuqteya leşkeran, carekî din agahî jê nehate girtin

Xizmên Windayan û ÎHD, pirsa berpirsên Zubeyirî, Kamel, Abdulkakî Bîrlîk û Zekî Alabalik ên herî dawî li nûqteya kontorlê ya leşkerên Tirk hatin dîtin, carekî din agahî jê nehatin girtin, pirsîn.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 642’yemîn de, çalakiya xwe ya bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li ser hesabên xwe yên medya dijîtal lidar xistin. Di çalakiya vê heftê de, pirsa aqûbet û berpirsên Abdulbakî Bîrlîk, du kurên wî Zubeyir û Kemal Bîrlîk û xizmê wan Zekî Alabalik, ên di sala 1995’an de, herî dawî li cihê kontrola leşkerî ya navçeya Qoser a Mêrdînê hatibûn dîtin, hat kirin. Endama Desteya Rêveber a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Derya Yildirim çîroka windayan vegot.

Yildirim, têkildarî windayan ev agahî da: “Kemal û Abdulbakî Bîrlîk, piştî ku 3 salan di Girtîgeha Qoserê de dimînin, di 29’ê Adara 1995’an de tên berdan. Zubeyîr Bîrlîk û xizmê wan Zekî Alabalik diçin ji girtîgehê wan digirin. Di ketina Qoserê de, li du cihên kontrolê yên eskerî tên rawestandin. Piştre bi ti awayî agahî ji wan nayê girtin.

Yildirim wiha domand: “Li gorî hin vegotinên hevalên qawişê yên wan, Kemal Bîrlîk dema ku di girtîgehê de bû, ji bo nexweşiya diran dibin nexweşxanê. Fermandarê Tabûrê yê wê demê Hasan Atîllah Ûgûr, gefan li Kemal Bîrlîk dixwe û wiha jê re dibêje, ‘Roja ku tu ji girtîgehê derkevî wê cejna min be û felaketa te be.’ Dîsa, li gorî vegotinên katibê girtîgehê yê wê demê Behçet Kurt, du roj berî Kemal û Abdulbakî bên berdana Fermandarê Tabûrê Hasan Atîlla Ûgûr li girtîgehê geriyaye. Ew bi xwe pê re diaxive. Ji wî pirsa roja berdana van her du kesan dike. Ji ber ku roja berdana wan jê re nabêje, di telefonê de heqaretê li wî dike. “

Yildirim destnîşan kir ku malbatê, di 11’ê Hezîrana 2013’an de, serî li ÎHD’ê da û wiha bi dawî kir: “Di encama serlêdanên parêzeran ên di sala 2013’an de, li gundê Efare ya Qoserê dest bi xebata kulandinê hat kirin. Di kulandinê de, 612 hestiyên mirovan hatibûn dîtin. Di encama testa DNA’yê de, derketibû halê ku hin ji van hestiyan aydê Zubeyir Bîrlîk û Zekî Alabalik in. Lê heya roja îro jî ti agahî ji Abdulbakî û Kemal Bîrlîk nayin girtin.”