Herêma Bradostê radestî Tirkiyeyê tê kirin!

Artêşa Tirk Çemê Hecî Beg, gundê Bermize û derdora wê, çiyayê Siro û Geliyê Reş dagir kiriye. Gundî dibêjin, PDK dixwaze herêma Bradostê radestî Tirkiyeyê bike.

Beriya niha bi panzdeh rojan artêşa Tirk xwest Geliyê Reş, Çemê Hecî Beg, derdora çiyayê Siro, hawirdora gundên Bermize, Çinarok, Eşîme Nû, Eşîme Kevn, Kevnegund dagir bike.

GULE LI ŞIVANAN REŞANDIN

Hêzên artêşa Tirk ên ji bo dagirkirinê ketin herêmê, ji bo li ser girê Siro û jorê gundê Bermize bi cih bibin, bi maşînan dest bi kar kirin. Li vê herêmê, gule li şivanên li derdorê reşandin.

Şivanekî gundê Çinarokê ku nexwest navê xwe eşkere bike got, du roj berê xwestiye pezê xwe bi herêmê ve bibe, lê belê leşkeran gule lê reşandine. Şivan agahî da ANF'ê û diyar kir ku ji tirsa leşkeran ew nema dikare pezê xwe bibe çêrgehên berê diçûnê. Di dewama axaftina xwe de şivan got, "Em xwecihiyên van gundan, vî erdî ne. Em li vir ji dayik bûn, li vir mezin bûn. Me pezê xwe timî li vê derê çêrand. Çend roj berê me xwest heywanên xwe li çiyayê Siro û derdora Bermizê bidin çêrandin, lê belê leşkerên li wê derê bi cih bûne gule li me reşandin. Bi Tirkî hin tişt gotin. Me ji zimanê wan fêhm nekir. Piştre ji qoriciyên li cem xwe re gotin, qoriciyan jî bi Kurdî ji me re gotin, 'Ev der herêma qedexe ye, careke din heywanên xwe nînin vê derê. Me vê carê ji bo hişyarkirinê gule reşand. Eger hûn careke din bên em ê li we bidin'."

Şivan got, ew qebûl nakin ku cihê bav û kalê wan li wan bê qedexekirin.

DARISTAN TALAN KIRIN

Hat ragihandin, li herêmên Çemê Hecî Beg, derdora gundê Bermize, çiyayê Siro û derdora wê, hêzên artêşa Tirk bi qasî 5 donim erd talan kirine û darên lê birîne. Gundiyan nerazîbûn nîşanî vê talan û dagirkeriyê dan û gotin, "Tên zeviyên me, daristanên me, erdê me dagir dikin. Qîma xwe bi vê jî nînin, niha jî ketine nava daristanên me û daran dibirin. Qurmê daran û êzingên li vê derê didin ehv, dibin li Rûbarok, Şemzînan û cihên din difiroşin. Vê yekê jî bi destê qoriciyên xwe dikin."

'PDK AXA ME TESLÎM DIKE'

Gundiyekî Çinarokê yê nexwest navê xwe eşkere bike anî ziman ku cihê ew lê ne herêma Bradostê ye û destnîşan kir ku ji ber nakokiyên dîrokî yên navbera Bradostiyan û PDK'ê, axa wan bi zanebûn teslîmî Tirkiyeyê tê kirin. Gundî got, "Bradostî bi welatparêziya xwe tên naskirin. Eşîreke ku hembêza xwe ji her kesên ji bo Kurdan têkoşiya ye vekiriye. Lê belê li dijî her kesên ku li gorî berjewendiyên Kurdan tevnegeriyane, helwest nîşan daye. Ji ber planên PDK'ê yên li dijî eşîrê, nakokiyên cidî di navbera me de heye. Ji ber van nakokiyan niha jî dixwazin herêma me, erdê me ji Tirkiyeyê re bihêlin. Em dixwazin zanibin ku em ê erdê xwe ji yên vê bazariyê dikin re nehêlin."

SÎXURKIRIN

Ji ber ku Tirkiye dixwaze herêmê dagir bike, hin malbatan nerazîbûn nîşan dan û gund terikandin. Tê gotin, hin kes jî nokeriyê ji Tirkiyeyê re dikin. Gundiyekî Bermizeyê diyar kir ku ew kesên bi Tirkiyeyê re dixebitin nas dike, navê wan dizane û got, "Em wan nas dikin, bi wan dizanin. Em hêvîdar in wê dest ji vê şaşitiya xwe berdin û bes xizmetê ji dijmin re bikin. Eger vê nekin, em ê der barê wan kesan de bikevin nava helwesteke cuda. Heta niha kesek ji nava me derneketiye ku xizmetê ji dijmin re dike. Em nizanin bê ev kes bi tena serê xwe ya jî bi fermana ji hin kesan digirin, vê dikin. Lê belê em ji wan dixwazin ku demek ji ya din zûtir dest ji vî karî berdin."