Herbo: Armanca şandeya Merceî ya Şîa ya Necef belgekirina êrîşan bû

Herbo, têkildarî şaneya ji nûnerên Merceî ya Şîa ya Necefê ku serdana Şengalê kir û li gel Rêveberiya Xweser a Şengalê civiya diyar kir ku civînên wiha ji bo Şengalê baş in, ji bo belgekirina jenosîd û bûyerên bi serê Êzidiyan hatine.

Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Faris Herbo têkildarî civîna şandeya ji nûnerên Merceî ya Şîa ya Necefê ya ji bo Şengalê axivî.

Herbo diyar kir ku Rêbeberiya Xweser û PADÊ’ê wan pêşwazî li şandeya Nûnerên Merceî ya Şîa ya Necefê kir.

BI ARMANCA BELGEKIRINA ÊRÎŞAN SERDANA ŞENGALÊ KIRIN

Herbo li ser armancên şandeyê jî ev got: “Şande bi armanca bûyer, jenosîd û êrîşên li ser Şengalê hatiye bizanin û bi belge bikin. Weke Rêveberiya Xweser jî belge û her dikomentek li gel me hebûn li ser vê mijarê bi wan re parve kir, ji bo rastiya bûyerên li serê Şengalê hatî, bi şêwazekî rast bê nivîsandin û bi şêwazekî rast ji mirovahiyê re bê nîşandan.

Li gorî me serdanên wiha bi van armancan ji bo Şengalê baş e. Ji bo ew bi xwe jî bibînin çi bi serê şengalê hatiye bi xwe binivîsin wê pir baş be.

‘ME PEYAMA XWE DAN WAN’

Mijarên siyasî, ewlehî û îdarî jî hatin nîqaşkirin. Ev mijar ji jenosîda bi serê Êzidiyan hatî ne cuda ye. Me weke rêveberî û civaka Êzidî nêrîn û daxwazên xwe jî bi wan re parve kir. Me ji bo wan got ku ne tenê xelkê Êzidî hemû pêkhateyên herêmê dixwazin bi xwe xwe biparêzin û xwe bi rêve bibe. Ev jî peyamek ya me bû ji bo wan. Em jî bawerin ku ew jî vê peyama me bigihîne mercîeya xwe.”