'Li Rojhilatê Kurdistanê di xwepêşandanan de 5 kes hatin qetilkirin'

Li Rojhilatê Kurdistanê, hêzên dewletê bi rojane êrîşî xwepêşandanan dike, ku ji bo şermezarkirina kuştina Jîna Emînî têne lidarxistin. Hate ragihandin ku di van êrîşan de 5 kes hatine qetilkirin.

Piştî ku jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî li Tehranê ji aliyê Polîsên Exlaqê yên Îranê ve hate qetilkirin, xwepêşandanên şermezarkirinê destpê kirin û dewam dikin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê di çalakiyên şermezarkirinê de herî kêm 5 jin hatin qetilkirin, bi dehan kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku li bajarê Seqizê 2 kes, li Dîwandereyê 2 kes, li Dehgulanê jî kesekî jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha li gel van her sê bajaran û bajarên Mahabad, Bûkan, Ûrmiye, Sine, Kamyaran, Bicar, Qurwe Banen û gelek bajarên din, bi dehan kes birîndar bûn. Li gorî hin çavkaniyan 75 kes birîndar bûn, hinek jî dibêjin nêzî 100 kes birîndar bûne.

Rayedarên Îranî li ser kuştin û birîndarkirina mirovan ti daxuyanî nedan.

Çalakiyên şermezarkirinê li bajarên Îranê jî belav bûn. Li Tehran û Meşedê, her wiha li zanîngehan çalakî pêk hatin û li dijî hikumetê dirûşm hatin qîrîn. Li navenda Tehranê roja Duşemê bi sedan kes daketin qadan, polîsan jî li dijî xwepêşandêran ço û gazên çavan dişewitînin bi kar anîn. Hate ragihandin ku gelek çalakger hatine destgîrkirin.

'Polîsên Exlaqê' yên dewleta Îranê Jîna Emînî li paytext Tehranê êvara 13'ê Îlonê li derketina ji metroyê destgîr kiribûn û piştre ketibû komayê. 16'ê Îlonê Emînî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû, piştre cenazeyê wê li bajarên Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê li Goristana Ayçî hatibû veşartin. Çalakiyên şermezarkirinê jî piştî veşartina cenazeyê Jîna Emînî destpê kirin.