Hêmin Behcet: Tirkiye serweriya xaka Iraqê binpê dike

Rêveberê bajarokê Axceler Hêmin Behcet, bertek nîşanî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker da û got: “Tirkiye serweriya xaka Iraqê binpê dike. Divê aliyên peywendîdar helwestek zelal nîşan bide.“

Balafireke bêmirov a biçek ya dewleta Tirk a dagirker sê caran bombe li gundeke bajaroka Axceler a ser bi Çemçemal a Silêmaniyê bombe kir. Di encama êrîşê de 5 welatî hatin qetilkirin. Bertekên li dijî êrîşan jî her ku diçe zêde dibe. Rêveberê bajarokê Axceler Hêmin Behcet têkildarî êrîşê daxuyaniyek da.

Behcet anî ziman ku di encama wesayîta ku hatî bombarankirin de 5 kes şehîd bûn, ji wana sê welatî nayên naskirin û got: “Du welatiyên şehîd bûne nasnameya wan hatiye aşkerekirin û xelkê gundê Tuteqel û Serçinar in.”

Behcet da zanîn ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe serweriya xaka Iraqê binpê dike û wiha got: “Pêwîste aliyên peywendîdar helwest nîşan bidin. Berê jî balefirên dewleta Tirk gundekî nêzî Çemçemal bombaran kirin û çend welatî şehîd bûbûn.”