Hemdîn: Ocalan sembola azadiyê ye

Hevseroka Tevgera Hemwelatiya Azad a Kerkûkê Reyhan Hemadî Hemdîn Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir û diyar kir ku Ocalan sembola azadiyê ye. Hemdîn ji bo mîtînga li Kerkûkê banga tevlîbûnê kir.

Hevseroka Tevgera Hemwelatiya Azad a Kerkûkê Reyhan Hemadî Hemdîn têkildarî Komploya 9’ê Cotmehê ya Navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivî û wiha got; “Komploya ku vala hatî derxistin, bi azadiya Rêbertiya xwe re em ê wê tine bikin.”

‘EM Ê RÊBERTIYA XWE AZAD BIKIN’

Hemdîn diyar kir ku wê komployê bi aktivîteyên cuda şermezar bikin û wiha got; “Ev komploya ku li dijî Rêbertiya me hatî kirin, di destpêkê de li dijî gelê me yê Kerkûkê û hemû gelên ku daxwaza azadiyê dikin, li dijî wan hatiye kirin. Ji bo ku em komployê vala derbixin û bi temamî tine bikin, em ê Rêbertiya xwe azad bikin. Em ê di 12’ê Cotmehê de bi mîtîngeeî girseyî komployê şermezar bikin.”

Hemdîn ji bo mîtînga li Kerkûkê ku pêk were banga tevlîbûnê kir û wiha domand; “Sembola azadiyê Rêbertî ye û ev jî ji aliyê hemû  kesan ve tê qebûl kirin. Di destpêkê de em bang li gelên azadîxwaz yên li Kerkûkê, partiyên siyasî yên di lêgerîna azadiyê de ne, rêxistin, saziyên civaka sivîl, jin û ciwanan dikin ku tevlî mîtînga azadiya Rêbertiyê bibin.”