Hêlîn Umît: Însiyatîf bi ciwanan re ye

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît got, divê ciwanên Kurd pêwîstiyên pêvajoya şer zû hîn bibin û veguherin yekîneyên xwedî însiyatîf û xweser. Hêlîn Umît destnîşan kir ku di vê mijarê de ti astengî nîne.

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku bi bîr xist ku êrişên tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ya li dijî gelê Kurd û Kurdistanê ji bo qirkirinê ye.

Hêlîn Umît got, "Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ji bo sedema hebûna me, ji bo hebûna me tune bike êriş dike. Êrişên ji bo qirkirina fîzîkî yên demdirêj timî pêk tîne" û anî ziman ku ev tifaqa faşîst ji bo tasfiyekirina şerê hebûn û azadiyê yê gelê Kurd derfetên xwe hemû seferber kiriye, jiyana aborî û civakî ya Tirkiyeyê di asta herî bilind de li gorî vê yekê dîzayn kiriye.

Hêlîn Umît diyar kir ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê li dijî gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê bi rengekî yekalî şer nake û got, "Mijara ku bi têrkerî nayê fêhmkirin ev e. Erdogan ê ku xwe weke 'serkêşê milet' ragihandiye û hevalbendê wî Bahçelî propaganda wê dikin ku weke ku li dijî PKK'ê şer dikin, nîşan didin. Lê di rastiyê de êrişî wan hêz û hêmanan dikin ku ew hêz jiyaneke wekhev, demokratîk, azad û bi îrade ya gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê dixwazin."

Hêlîn Umît destnîşan kir, qada herî girîng a ku şerê qirkirinê lê giran e, weke qada siyasî xuya bike jî êrişên herî giran li ser jiyana civakê ye û wiha dewam kir, "Qada siyasî, yanî saziyên din ên ku bi keda mezin a civakê hatine afirandin, ji bo pêşîgirtina li pêşketina neteweyî ya demokratîk a li Kurdistan û Tirkiyeyê, dibin hedef. Civak bi tevna xwe ya exlaqî û polîtîk hevpare ye. Faşîzma AKP-MHP'ê êrişî vê tevnê dike."

Hêlîn Umît got, "Divê her kes zanibe ku êrişa herî mezin a mêtingerî qirkeriyê li qada zîhniyetê ye û her kes li gorî vê nêzîk bibe. Ji ber ku mirov bi fikrê xwe heye û dema ku civak gihîşt fikir û zîhniyeteke hevpar, hingî ti astengî li pêşiyê namîne. Li dijî netewetiya demokratîk a gelê Kurd, faşîzma AKP-MHP'ê beriya her tiştî dixwaze vê hevgirt û hevparebûna neteweyî, vê zîhniyeta ku berjewendiyên komunal afirandiye, ji hev belav bike. Ev yek ne karekî welê ji rêzê ye, lewma di serî de hêzên xayin û noker ên li Kurdistanê, saziyên medyayê hemû ji bo vê amade kiriye."

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît destnîşan kir ku ji bo bê fêhmkirin bê faşîzma AKP-MHP êrişeke çawa ya qirkirin mêtingeriyê dimeşîne, divê mirov bala xwe bide ser rewşa ciwanan û got, "Rewşa ciwanên li Tirkiyeyê hinekî tevlîhev jî be, ji bo pêşî li pêşketina ciwanên welatparêz şoreşger ên li Kurdistanê bê girtin tevgerên ciwanan ên li Tirkiyeyê xistine nava tarîtiyekê.

Li dijî ciwanên Kurdistanê rêbazên taybet di dewrê de ne. Hewldana sîstema faşîst ew e ku sîstema perwerdeyê ya li Tirkiyeyê ji bo peydakirina mirovan ji eniya olperest-neteweperest hatiye birêxistinkirin. Ji bo ve jî dixwaze ciwanên Kurd ji rojeva xwe ya rastî, ji azadî, nasname, demokrasî, welatê azad û têkoşînê vegire, bi pey lêgerînên jiyana şexsî û azadiya sexte bixe."

Têkildarî êrişên li ser qada siyaseta demokratîk jî Hêlîn Umît got, "Faşîzma AKP-MHP'ê ku weke îradeya siyasî û leşkerî ya mêtingerî û qirkeriyê ava bûye, operasyonên xwe yên li ser qada siyaseta demokratîk li pêş çavan e. Ji ber ku nekarî bi operasyonan li dijî HDP'ê encamê bi dest bixin, nihajî doza girtinê xistine rojevê."

Hêlîn Umît destnîşan kir ku ji aliyê leşkerî ve jî mêtingerî qirkerî tasfiyeyê û tunekirinê li ser hêzên li Kurdistanê ji bo azadiyê têdikoşin ferz dike.

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît têkildarî pêngava 'Dem dema azadiyê' ye ev nirxandin kir, "Di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê' ye li Bakurê Kurdistanê, çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat me pêvajoyeke girîng a têkoşînê li pey xwe hişt. Pêngav tevî ku pêngaveke civakî ye, gerîlayên me pêşengî ji vê yekê re kirin."

Hêlîn Umît di dewama axaftina xwe de got, "Di pêngava 'dem dema azadiyê' ye ku li ser xeta şerê gel ê şoreşgerî tê meşandin, gel û gerîla hîn bêhtir nêzî hev bûne. Astengî û şaşitiya herî mezin a li pêşiya xurtbûna vê yekê ew e ku ciwanên Kurd di nava bendewariyê de ne. Di nava vê pêvajoya şer de dive ciwanên Kurd xwe bi rêxistin bikin, xwe bigihînin wê astê ku bikevin nava liv û tevgerê. Ne mîna berê, hinek bê û birêxistin bike, lê divê bi xwe pêwîstiyên pêvajoya şer zû hîn bibe û xwe veguherîne yekîneyên xwedî însiyatîf û xweser. Di vê mijarê de qet astengî nîne. Ji bo li faşîzma AKP-MHP'ê bê xistin, yekane tişta pêwîst; fêhmkirina dijmin, hêrs û îradeya liv û tevgerê ye. Pêkane ku mirov li navenda wê bê pûçkirin. Tenê em ji vê yekê bawer bikin.

Ya ku ev pêşketin afirand û bi pêş ve bir bêguman rastiya me ya gel e, asta îrade û hişmendiya azadiyê ya civaka me ye. Nîşaneya vê yekê jî rewşa tevgera me ya jinê ye. Tevgera me ya Jinê ku li gel qedexeyan li li Kurdistanê welatparêzî û azadî bi biryardarî temsîl kir, hêza berxwedan û têkoşînê da civaka Kurd. Bi kampanya 'Em xwe diparêzin' ji bo pêngava 'dem dema azadiyê ye' bûye hêza moralê û di bin êrişên giran ên mêtingerî û qirkeriyê de civaka Kurd li ser xeta azadiyê hiştiye. Tevgera Jinê ya Azad ku hêza pêşeng a pîvanên têkoşîna azadiyê ye, di pêngava 'dem dema azadiyê ye' hem hêza avaker e hem jî ya rêveber. Li ser vê bingehê di serî de li Bakurê Kurdistanê li çar parçeyên Kurdistanê di çalakiyan de xeta jinê ya azad derketiye pêş."

Hêlîn Umît diyar kir ku ji bo azadî veguhere sîstemê, pêwîstî bi hîn bêhtir kar heye û got, "Ji bo vê jî li Tirkiyeyê ku navenda êrişên mêtingeriya qirker e û li Bakurê Kurdistanê divê hîn bêhtir çalakiyên girseyî bêne lidarxistin.

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît destnîşan kir ku herî zêde li zindanan xwedî li pêngava 'dem dema azadiyê ye' hatiye derketin û got, "Hevrê û welatparêzên ku bi biryardariya biserxistina vê pêngavê têdikoşin silav dikim, rêz û hezkirinên xwe diyar dikim."