Helbestkar Şêrko Bêkes hate bibîranîn

Li Silêmaniyê Helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes hate bibîranîn.

Êvarî li hêwana Otel Ramada ya Silêmaniyê Helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes di salvegera 8'an a wefata xwe de bi merasîmek hat bîranîn. Merasîma  ji aliyê Komeleya Perwerdê ya Margêt ve hatibû organîzekirin, gelek hunermend, berpirs û welatî li merasîmê amade bûn.

Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpêkir. Piştre Waliyê Silêmaniyê Dr.Heval Ebubekir axaftinek kir û got, “Şêrko Bêkes ew mirov bû ku lingê wî nebûn, lê reyên wî hebûn, reyên wî digihiştin Ehmedê Xanî, Baba Tahirê Hemedanî, Melayê Cizîrî, Mewlewî, Bêsaranî, Nalî, Salim û Kurdî.”

Heval Ebûbekir hêvî xwest ku daxwazên Bêkes yên ji bo mirovahî û Kurdan bi cih werin, aştî û aramî pêkwere.

Piştre li ser navê Yekitiya Nivîskaran peyamek ji aliyê Helbestvan Kejal Ehmedî ve hat xwendin. Daxwaz hat kirin ku roja wefata Şêrko Bêkes wek ‘Roja Şêrko’ were bi navkirin.

Her wiha belgefilmek li ser jiyan û berhemên Şêrko Bêkes hat nîşandan.

Di dawiyê de jî du pirtûk hatin bilavkirin, yek ji wan ji nivîsên Bêkes a bi navê Şinaxtname ku bi zimanê Farisî bû, pirtûka din jî ya kurê Şêrko Bêkes, Helo bû ku ew jî bi navê ‘Xweziya bavê min van helbestan bi dîta’ bû.