'Em ji bo mamoste mirovên xerîb bûn, ew jî ji bo me xerîb bû'

Gerîlayê HPG'ê Çekdar Giravî diyar kir, piştî ku salên 90'î gundê wan hate valakirin, wî 'zimanekî biyanî' nas kiriye.

Çekdar Giravî gerîlayekî HPG'ê ye ku ji Colemêrgê ye. Sala 2013'an tevlî nava refên PKK'ê bûye. Giravî dibêje, sala 1999'an hîn di dema zarokatiya xwe de biryara tevlîbûnê da û didomîne: "Di vê serpêhatiyê de min rojên xweş dît."

Gerîlayê HPG'ê Giravî dibêje, "Min helbestek nivîsand, lê belê ev helbest ji bo min xwedî çîrokekê ye". Çekdar Giravî qala valakirina gundê xwe û naskirina zimanekî cuda kir: "Dema ku nû min dest bi dibistanê kir, yê ku min li hember xwe dît mamosteyekî bi zimanekî cuda diaxivî bû.

Tiştên klasîk hene; êşkence, lêdan hwd. ji xwe ne pêwîste ku mirov qala wan bike. Lê belê çawa ku em ji bo wî xerîb bû ew jî ji bo me xerîb bû. Hestên ku min wê wextê jiya, min nivîsand û piştî ku tevlî nava refên têkoşînê bûm min ew nivîs jî bi xwe re anî. Kî çi dibêje bila bêje, tecrîdkirina Rêber Apo wê bi berxwedanê bi dawî bibe. Gelê me berdêl da, ji bo Rêberê xwe berdêl da û hîn jî dide."

Gerîlayê HPG'ê Giravî qala serpêhatiya xwe dike û wê helbesta xwe ya ku ji bo tevlîbûnê bandor lê kiribû dixwîne: