Hejmara mirovên li Amedê hatin destgîrkirin bû 3 kes
Li navçeya Rezan a Amedê, kesê bi navê A.P. ku tê îdîakirin di bûyera kuştina polîsekî de çek bi kar aniye hatiye destgîrkirin.
Li navçeya Rezan a Amedê, kesê bi navê A.P. ku tê îdîakirin di bûyera kuştina polîsekî de çek bi kar aniye hatiye destgîrkirin.
Li navçeya Rezan a Amedê, piştî ku doh li kolana 718'an a taxa 5 Nîsanê polîsê bi navê Atakan Arslan hate kuştin, li herêmê bi maşînên zirxî operasyonê hate destpêkirin.
Di operasyonê de kesê bi navê A.P. ku tê îdîakirin di bûyera kuştina polîsekî de çek bi kar aniye hatiye destgîrkirin.
Tê gotin kesên destgîrkirî li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê tên hiştin.