Hejmara kesên ji ber aşûta li Mîskê mirin zêde bûn

Rayedarên dewleta Tirk ragihand ku hejmara kesên li ber aşûtê li navçeya Miskê ya Wanê ketine û mirine derket 41’ê, çavkaniyên xwecihî diyar dikin ku ev hejmar hê zêdetire.

Li ser rêya navçeya Miksê ya Wanê du rojan li pey hev aşût pêk hat. Di felaketa aşûtê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 41 kesan. Bi ser 100 kesî re jî welatî birandarî hatin rizgarkirin. Li cihê bûyerê xebatên dîtin û rizgarkirinê didomin. Serê sibê cenazeyê kesek û piştî nîvor jî cenazeyê 2 kesan hat dîtin.

Heta niha derbarê hejmara çend kes di bin aşûtê de ne agahiyek zelal nehat bidestxistin.

 ‘ŞÊWIRMENDA ERDOGAN BÛYE SEDEM’

Li aliyê din Nûnerê HaberTurk ê Enqerê Bulent Aydemîr anî ziman ku karesata aşûtê ji ber serşêwirmenda Serokkomar û Parlementera Berê ya AKP’ê Gulşen Orhan ve pêk hatiye. Aydemîr destnîşan kir ku beriya karesata aşûtê ya ewilê Orhan hişyarî li ber çav negirtine û maşînên kar ji bo rêvekirinê dane xebitandin û maşîn bûne sedemê aşût pêk bê.

SÎSTEMA DEWLETÊ BÛYE SEDEMÊ KARESATÊ

Platforma Şaxa Wanê ya Sendîkaya Kedkarên Cemawerî (KESK), Desteya Komîsyona Bajarê Wanê ya Yekîtiya Odeyên Endazyar û Mîmaran (TMMOB), Odeya Taîbîb a Wan-Colemêrg û Baroya Wanê  yên têkildarî karesata aşûtê daxuyaniyek da gotin: “Sedemê aştûtê neşarezayîtiya di nava dewletê û li gel torpîl û şandina kesan a herêmê û dîsa karesata roja duyemîn a aşûtê jî yên ku xwestin mijarê bikin şova siyasî bûne.”