Heft kesên li Kortekê hatin kuştin hatin bîranîn

Heft kesên li herêma Kortekê ya Qendîlê ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve sala 2011'an hatin kuştin hatin bîranîn.

Di 21'ê Tebaxa 2011'an de ji heman malbatê di encama êrîşên balafirên dewleta Tirk de li Kortekê ya Binarê Qendîlê 7 kes şehîd bûn. Îro di saet 10.00'an de xizmên wan û bi dehan kesan li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ser gorên wan daxuyanî dan.

Yek ji xizmên şehîdên Kortekê Yaqub Mistefa daxuyanî û got; "Hemû kes dizanin ku mirovên me ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hatin şehîdkirin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê bêdeng bûn. Em weke kesûkarên şehîdên bombebarana dewleta Tirk bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê dikin ku hewldanên cidî ji bo rawestandina êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk bikin."

Yaqub Mistefa diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji holê rakirin û çewisandina gelê Kurd e û wiha domand; "Lê, tiştek xeyalî ye. Gelê Kurd ji holê ranabe. Teslîm ji nabe. Kurd çûkê li ber ti dijminan natewîne. Lewma daxwaza me ew e ku xizmên me şehîd ketin, bila êdî ti kes din şehîd nekevin. Her kes bi aştî û aramî bijîn."