Hebûna hêzên Tirk ên li Iraqê ket rojeva parlamentê

Li dijî kuştina 4 sivîlan bi destê dewleta Tirk, gelê Şêladizê roja Înê serî hilda û avêt ser leşkergeha Sirê. Li vê derê ji ber êrîşa leşkerên Tirk 2 sivîl şehîd bûn, 6 jî birîndar bûn.

Koalîsyona Bîna û Saîrûn ên Parlamenta Federal a Iraqê, ji bo hêzên biyanî ji nava Iraqê werin derxistin, çend roj berê pêşnûme qanûnek amade kirin.

Pêşnûmeya ku wê pêşkêşî parlamentê bê kirin, ji niha ve gelek partiyan piştgirî dan.

Ji Tevgera Goran parlamenter Behar Mihemed diyar kir ku ew piştgiriyê didin pêşnûmeyê û bang li hikumeta navendî kir ku dengê xwe li dijî êrîşan bilind bike.

Behar Mihemed got, "Hikumeta Iraqê divê li dijî êrîşan dengê xwe bilind bike. Hikumet ji ewlekariya Iraqê berpirsyar e. Hikumeta Herêma Kurdistanê jî divê li ber êrîşan rabe. Êrîşên hewayî di heman demê de êrîşa li dijî serxwebûna Iraqê ye. binpêkirina mafên mirovan e."

Mihemed bi bîr xist, hikumeta Herêma Kurdistanê li şûna ku li ber êrîşên dewleta Tirk rabe PKK'ê dike bahane û got, "Bi ya wan jî be, ev nayê wê wateyê ku dikarin serxwebûna welatekî ji nedîtî ve bên û êrîşên ne însanî bikin."

Mihemed got, "Dema ku parlament vebû, em ê ji hikumetê û serokkomar bixwazin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin."

Behar Mihemed diyar kir, wê destekê bidin pêşnûme qanûna derxistina hêzên biyanî ji nava Iraqê û got, desteka ji bo pêşnûmeyê wezîfeyeke neteweyî ye.

NIFŞÊN NÛ BANG LI HIKUMETA IRAQÊ KIR

Tevgera Nifşên Nû li ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gelê ku li ber dagirkerî û bomberdûmanê rabû, daxuyaniye da.

Di daxuyaniyê de êrîş hate şermezarkirin û hate gotin, "Li dijî bomberdûmana dewleta Tirk a li herêma Behdînanê, gelê Şêladizê serî hilda, lê bû hedefa zext û êrîşên dewleta Tirk. Ji ber êrîşê şehîd û birîndar çêbûn. Wezîfeya hêzên asayîşê ne ew e ku gefê li welatiyan bixwe. Wezîfeya wan parastina welatiyan e. Em bang li hikumeta Iraqê dikin. Bila sînorên herêmê û welatiyan biparêze. Ji ber ku desthilatdarî mafê jiyanê yê welatiyên li Herêma Kurdistanê naparêze. Ji bo berjewendiyên xwe zextê li gel dike."

PARTIYA KEDKAR: LEŞKERGEHÊN TIRK GEFÊ DIXWIN

Partiya Kedkaran a Kurdistanê jî bal kişand ser nerazîbûna sivîla a li dijî komkujiyên dewleta Tirk û got, "Dewleta Tirk mîna her carê êrîşî gel kir, sivîl qetil kir. Gelê ku qetilkirina sivîlan qebûl nake, agir berda leşkergeha Tirkan. Em dewleta Tirk şermezar dikin ji ber ku sivîlan qetil dike. Hebûna leşkergehên Tirk li herêmê, gefê li jiyana welatiyan dixwe."

Di daxuyaniya Partiya Kedkar de hate gotin, "Leşkergehên Tirk serxwebûna xaka Kurdistanê û Iraqê binpê dike. Divê Tirkiye tavilê hêzên xwe vekişîne. Li şûna bomberdûman û topbaranê divê li rêyên aştî û çareseriyê bifikire."