HDP'yiyan destek dane berxwedana Malbata Şenyaşaran

Rêveberên rêxistina navçeya Dêrik û Mehsertê yên HDP'ê destek dane Malbata Şenyşar ku li ber xwe dide.

Rêveberên rêxistinên HDP’ê yên navçeyên Dêrik û Şemrexê serdana nobeta Malbata Şenyaşar kirin û destnîşan kirin ku wê li cem têkoşîna malbatê cih bigirin.
 
Çalakiya bi daxwaza “edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 71’emîn de berdewam dike. Sê ferdên malbatê di êrişa AKP’iyan de jiyana xwe ji dest dabûn. Rêveberên rêxistinên HDP’ê yên navçeyên Dêrik û Şemrexê yên Mêrdînê serdana nobeta malbatê kirin û piştgiriya xwe ji bo malbatê diyar kirin. 
 
Hevserokê HDP’a Dêrikê Selahattîn Îzcî di serdanê de axivî û wiha got: “Li welatekî dema edalet nebe, aştî û aramî jî nabe. Dema ev nebin, êş diqewime. Ji bo edalet, heq û hiqûqê divê xwedî li vê dayika me derkeve. Divê daxwaza wan edaletê bi cih were. Yên ku edaletê ji holê rakirine, wê sibê ji bo wan jî lazim were. Wê ev jî li van dadgehan werin darizandin.” 
 
Ferît Şenyaşar jî axivî û wiha got: “Em xwe bi piştevaniyê li ser linga digirin. Em bi piştevaniyê têdikoşin. Em spasiya şandeya ji Mêrdînê hatiye dikin. Em dixwazin tevahiya rêxistinên civakî û siyasî heman hestiyariyê nîşan bidin.” 
 
Rêveberên HDP’ê kêliyek bi malbatê re nobeta “edaletê” girtin. Emîne Şenyaşar jî di kêliya nobetê de qala tiştên ku hatine serê wan ji şandeya HDP’ê kir û dayik Emîne bi qalkirina bûyerê re giriya û lorand. 
 
Şande piştî ku ji cem malbatê veqetiya, polîsan demek dirêj wan rawestand û kontrola nasnameyên wan kirin.