HDP’ê bang li hilbijêran kirin: Li her derê xwedî li sindoqan derkevin

Du roj mayî ji hilbijartinên xwecihî re xebatên HDP’ê bê navber dewam dikin. HDP’ê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bang çûna ser sindoqan li her kesê kir.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bang li gelan, hejaran, kedkar, jin û ciwanan kir ku biçin dengê xwe bidin. Hevserokê HDP’ê yê Şîşliyê Mûtlû Ozturk bang li her kesê kir ku deng nedin AKP-DSP’ê bidin hêzên demokrasîxwaz.

WAN

Xebatên hilbijartina xwecihî ya namzetên hevşaredariyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (DHP) ya li navçeya Bêgir a Wanê bi hemû leza xwe didome. Hevşaredar Leyla Bakan û Yilmaza Şalan anîn ziman ku wê bi teqez li Bêgirî yê bi ser bikevin. Her wiha namzetan destnîşan kir ku wê HDP ji berê zêdetir denagan bi dest bixe.

ÇEWLIG

Namzetên hevşaredariya Çewligê Senem Çakas û Hişyar Ozsoy xebatên hilbijartina xwecihî didomîne. Senem Çakas bang li gel kir ku biçin ser sindoqan dengê xwe bikar bînin. Çakas got: “Bi teqez em ê bi ser bikevin.”

AMED

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ber barana zêde mîtînga fînalê ya li Qada Îstasyona Amedê betal kir. Piştî betalkirina mîtîngê HDP’ê bi beşdarbûna Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li bajêr bi sedan wesayîtan geriyan.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin û navçeyan beşdarî tûra hilbijartinê bûn. Konvoya HDP’ê ku ji sedan wesayîtan pêk dihat li kolan û cadeyên bajêr hûnera xwe nîşandan û geriya.

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî û namzetên HDP’ê di tûra hilbijartinê de gel silav kirin.

MELETÎ

Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Bajarê Mezin û navçeyên Meletî, di xebatên xwe yên hilbijartinê de ber bi dawî ve diçin.

Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên navend û navçeyên Meletî û namzetên Şaredaran, taxên Başharik û Paşakoşku yên navçeya Battalgazî ziyaret kirin.

HDP’iyan mal û esnaf ziyaret kirin û rastî eleqeyek mezin hatin. Namzetê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Meletî Yûsûf Bozkûş, di serdanê de ji welatiyan re got: “Guhertina wê di 1’ê Nîsanê de bê jiyîn, dibe ku bi dengekê çêbe. Bi dengekê her tişt diguhere.”