HDP û HDK'ê qurbaniyên Seyfo bi bîr anîn

HDP û HDK'ê qurbaniyên Seyfo bi bîr anîn û diyar kirin ku zîhniyeta komkujer hîn jî dewam dike. Di daxuyaniyan de ji dewleta Tirk hate xwestin ku ji ber qirkirinê lêborînê bixwaze.

Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê ya ji Komîsyona Gel û Baweriyan Berpirsyar a HDP'ê û Tulay Hatîmogûllari û Meclîsa Baweriyan û Gelan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ji ber salvegera 106'an a Qirkirina Suryanan (Seyfo) daxuyanî dan.

Di daxuyaniya HDK'ê de hate gotin, "Beriya niha bi 106 salan, bi hin bahaneyan komkujî û qirkirin li gelên qedîm ên vê cografyayê hate kirin. Di çarçoveya biryarên Cemiyeta Îttîhat û Terakkî de rewşenbîrên Ermen hatin qetilkirin, piştre jî li dijî gelên ne misilman polîtîkaya tunekirinê ya bi rêk û pêk hate meşandin. Suryaniyên ku bi hezaran sal in li Anatolî û Mezopotamyayê ne hatin qirkirin (Seyfo)."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku wê Seyfo ti carî ji bîr nekin, nedin jibîrkirin û hate gotin, "Em Suryaniyên ku sala 1915'an li Seyfo hatin qetilkirin, bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji bo careke din li cîhanê qirkirin nebe, divê gel bibin yek û têbikoşin. Dewletên ku sûcê qirkirinê kirine ji aliyê aborî, civakî û çandî ve divê teqez berdêlê bidin. Têkoşîna bi hev re ya gelan wê jiyaneke bêçîn û bêsînor ava bike."

HDP: DIVÊ LÊBORÎN BÊ XWESTIN

Di daxuyaniya HDP'ê de jî hate bibîrxistin ku beriya sala 1915'an li Tirkiyeyê zêdeyî 500 hezar Suryanî, Asûrî, Aramî û Keldanî hebûn, lê niha hejmara Suryaniyan bi qasî 25 hezar kesî ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bendewariya xelkê Suryanî ew e ku lêborîn bê xwestin, hesabê qirkirinê bê dayin, bersiv ji bendewariyan re bê dayin û li ser bingeha welatiyên wekhev bijîn. Dixwazin di vê çarçoveyê de gav bên avêtin."

Di daxuyaniyê de di salvegera 106'an a Qirkirina Suryanî de kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî hatin bîranîn.