HDP: Tecrîda Îmralî ber bi felaketê ve dibe

Di encamnameya forma ‘Ji bo vîna gelan adalet’ de ev hate gotin: “Pêkanîna tecrîdê ya li ser Birêz Ocalan dom dike, îro welat hê zêdetir ber bi felaket û tarîtiyê ve bûye.”

Lijneya Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk a Partiya Demokratik a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanya “Destpêkê Edalet" de di 31'ê Adarê de li Mêrdînê foruma “Ji bo Vîna Gelan Edalet" li dar xistin. Nûnerên Baroyên herêmê, parazvanên mafên mirovan, siyasetmedar, rewşenbir û gelek nûnerên rêxistinên civakî beşdari forumê bûn. Di forumê de zext û tundiya li ser HDP'ê, xistina parlamenteriya wekîlê HDP'ê, vekişîna Tirkiye ya ji peymana Stenbolê, tundiya li ser jinan, tayinkirina qeyûman a şaredariyan û zanîngeha Bogazîçîyê û zextên li ser civakê niqaş kirin. Lijneya Rêvebriya Herêmî ya HDP'ê encamnameya forumê bi raya giştî re parve kir. HDP'ê di encamnameyê de destnîşan kir ku tecrid welat dixe nava felaketek mezin û rojên tarî û wiha got: "Em ê bi hêza ku ji gel distînin, Tirkiyeyê ji ve felaket û tariyê rizgar bikin û ji bo ve yekê têbikoşin."

HDP'ê di encamnameyê de destnîşan kir ku Tirkiye demek dirêje ji aliyê yek zilamî ve tê rêvebirin û wiha cih da encamnameyê: "Şirîkê mezin bêyî dem winda bike daxwazê şirîkê xwe yê biçûk pêk tîne. Yên qala demokrasiya sindoqan dikin, vina ku ji sindoqan derdikeve binpê dikin û nas nakin. Em ê wekî duh, îro û sibê jî têkoşina mafê xwe yê demokratik heta dawî bimeşînin. Em ê heta dawî rastiyê li ruyê zaliman bixin."

Rejima qeyûm ku di sala 2016’an de 95 şaredariyên DBP’ê qesp kirin, îro armanc dike ku vê pergalê li hemû Tirkiyeyê ferz bike. Tehamula desthilatê ji hêzên muxalif re nemaye. Di her kêliyê de ji bo dengê wan bitepisîne êrîş dike. Qeyûm tayînî rêxistinên civakî dike. Ji bo rê li pêş zagonên qeyûm veke, li meclîsê zagonan diguherîne.

Qeyum tayînî Zanîngeha Bogazîçî dike. Em kesên demokrasiyê dixwazin diyar dikin ku qeyûm nas nakin û em ê li dijî rejîma qeyûm heta dawî têbikoşin.

Şirîkê îqtîdarê îro zagonên Tirkiyeyê nas nake û binpê dike. Hiqûqê binpê dike û destûr nadin ku Birêz Abdullah Ocalan ji mafê xwe yê demokratik sûdê bigire. Tecrida ku li Îmraliyê li ser Birêz Ocalan tê meşandin, îro li hemû Tirkiyeyê belav bûye. Vê tecrîdê welat xistiye nava felaketek mezin û tariyê. Îro girtiyên siyakî 128 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de têdikoşin. Di 21'ê Adarêde bi milyonan gel daket qadên Newrozê û li dijî tecridê bertekên xwe anîn ziman. Bi dengê bilind xwest tecrîd bi dawî bibe. Em bi hêza ku ji gel distînin em ê li dijî tecrida ku Tirkiye dixe nava felaket û tariyê tebikoşin. Emê heta dawî li dijî tecrîdê tebikoşin."

Qeyûm berdewama rejîma yek zilamî ye. Di rêveberiya herêmî de dijminantiya jinê dike. Çawa qeyûm hatin ser kar dest bi girtina saziyên jinan kirin. Destkeftiyên jinan kirin hedef. Xeta "‘Alo Şiddet" ku ji bo jinên bi tundiyê re ru bi rû dimînin bi destê qeyûm hatin girtin. Navendên stargeha jinan bi destê qeyûm hatin girtin.

Hişmendiya qeyûm şevek nîvê şevê bi biryarekê Peymana Stenbol betal kir. Aqilê desthilata mêrê serdest, bi vê biryarê carek din feraset û sekna xwe ya li dijî jinê nişan da. Bloka AKP-MHP'ê bi vê biryarê rê li pêş tacîz, tecawiz û kuştina jinê vekir. Îlan kir ku li pişt mêrêqatil e. Helwesta li dijî cinayetên jinan aşkere kir.Ji ber vê yekê li Tirkiyeyê berpirsiyarê kuştina her jinê ev desthilat e. Em rejîma yek zilamî û vekişina Peymana Stenbolê nas nakin. Em vê biryarê qebûl nakin. Em ê Peymana Stenbolê ku di encama têkoşîna mezin de me bi dest xistiye em ê heta dawî biparêzin.

Hemû kemarên li Tirkiyeyê dijîn be tundî, êrîş û înkarê re rû bi rû ne. Destûr nadin ku gelên li Tirkiyeyê dijîn bi ziman, çand û nasnameya xwe bijîn. Qadên bawerî û çandên cûda jî dikin qadên rantê û li ser wan siyasetê dikin. Emê ji bo parastin û azadiya çand, ziman û nasnameya Kurdan û hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn heta dawi têbikoşin.

Darazê xwest HDP bê girtin û daraz bû amûrê destê îqtîdarê. Şirîkê îqtîdarê ku hemû hêzea xwe winda kiriye, bi destê darazê dixwaze HDP’ê bigire. Bloka desthilata AKP-MHP'ê hewl dide bi van gavan rageşiya nava gelan zêde bike. Gelê ku dengê xwe da HDP'ê li dijî vê yekê di 8'ê Adarê û 21'ê Adarê de bersîva herî mezin da desthilatê. Em kesên dmokrasiyê diwxazin emê li dijî vê xeta faşizmê heta dawî têbikoşin. Em destûr nadin girtina HDP’ê û em ê fikr û bîrdoziya HDP'ê li her derê bidin jiyandin."