‘HDP navnîşana tifaqa wijdanan e’

Rojnamevan Vedat Kurşun diyar kir ku partiya aramî, wekhevî û aştiyê bîne Tirkiyeyê HDP’e ye û xwest hemû kesên alîgirên aştî û demokrasiyê li gel HDP’ê cihê xwe bigre û piştevaniya dengê gelan bike.

Ji hilbijartina zordest a 24'ê Hezîranê re, ku bi fermana AKP-MHP'ê biryara wê dan, 31 roj man. Piştî ku partiyan namzetên xwe diyar kirin û serî li YSK'e dan êdî wê li tax, kolan, gund û navçeyan xebatên xwe yên propaganda zêde bikin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 22’yê Gulanê danasîna namzetê xwe kir. Namzetên HDP'ê ji hemû beşên civakê, bawerî, nasnameyan kes cihê xwe digirin. Rewşenbir, akademîsyen, mexdûrên BHQ'ê, nûnerên karker, kedkar û hemû beşên civakê di nava namzetên HDP'ê de hene. Ji 600 namzetî 230 namzet jin in. Di nava AKP, MHP, CHP û ÎYÎ de partiya ku herî zêde namzetên wê yên jin hene HDP ye. Meclîsa Jinan a HDP'ê, HDP'ê wekî pariya jinan pênase dike. Rojnamevan Vedat Kurşun da zanîn ku HDP navnişana tifaqa wijdanan e û xwest hemû beşên civakê li dora HDP’ê bibin yek.

‘HDP NIRXÊ GELAN DIPARÊZE’

Kurşun anî ziman ku 24’ê Hezîranê, di hilbijartina zordest de ku li ser fermana AKP- MHP’ê biryara wê hate standin, got: “Hilbijartina zordest ya ku di 24’ê Hezîranê de pêk bê, mirov dikare bêje ji bo hikûmet xwe li ser lingan bigire û kaosê biqedîne biryara vê yekê dan. Di vê hilbijartinê de sê xalên girîng hene ku têkevin hilbijartinê; xala yekemîn Erdogan e, ê ku şer li Kurdistanê da destpêkirin û komkujî pêk anîn bû û bûye sedema qirîz û rageşiya li Tirkiyeyê ye. Bi tifaqa xwe ya li gel MHP’ê ango Bahçelî re dikeve hilbijartinê. Ji xwe dema ku mirov li tifaqa ‘Cumhur’ dinêre dibîne ku Erdogan hatiye li ser xeta MHP’ê.

Divê gelê Kurd vê yekê baş bibîne û binirxîne. Xala duyemîn jî CHP ye, yên ku dewlet, statu û tiştên berê diparêzin. Bi pêşengtiya CHP’ê, ÎYÎ û SADET’ê tifaqa ‘Mîllet’  ava kirine. Aliyê herî girîng yê ku gel temsil dike û girîngiyê dide nêrîna gel jî HDP ye. HDP ne dewletê, ne jî şer diparêze tenê mafê gelan diparêz e. Ji ber vê yekê HDP bi serê xwe kete hilbijartinê, yên ku gelan diparêzin dibin sêwana HDP’ê de dikevin hilbijartinê. Ev jî derfetek gelek baş e, ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê.”

‘JI GEL DITIRSIN’

Kurşun da zanîn ku ji derveyî HDP’ê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ti plan û hewldanên AKP û CHP’ê tineye û wiha pê de çû: “Dema ku mirov li axaftinên Erdogan û Kiliçdaroglu dinêre, dibîne ku ti pilan û pirojeyên wan yên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd tineye. Di planên AKP, CHP, MHP Û ÎYÎ de ti pilanên çareserkirina pirsgirêkên gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê tineye. Erdogan hina jî tirsa wê ji desthilatdariyê bikeve û bê darizandin tevdigere. Ji gel zêdetir xwe difikirin. Erdogan ji tiştên ku bi serê gelan de  aniye ditirse ku bê darizandin. Sedema qeyran û rageşiyên Tirkiye û Kurdistanê Erdogan e. Namzetên partiyên din xwe ji gelê Kurdistanê dûr dixin û li ser fikra xwe yên berê tevdigerin.”

‘HDP HEMÛ GELÊN TIRKIYEYÊ HIMBÊZ DIKE’

Kurşun bilêv kir ku HDP ji hemû beşên civakê pêk tê û wiha axaftina xwe domand: “HDP li hemberî pergala qirêj, gendeliyê, komkujî û kuştina derketiye. Hemû kesên li dijî vê yekê jî derdikevin û mafên gelan diparêzîn jî cihê xwe di nava HDP’ê de digirin. Ev jî dide xuyakirin ne ji bo Kurdistanê ji bo tevahiya mafên gelên Tirkiyeyê HDP xebat dide meşandin. Bernameya HDP’ê hemû gelên Tirkiyeyê hembêz dike û HDP dengê tifaqa wijdana gelan e.  Di vê hilbijartinê de bê ku mirov bikeve du diliyê divê li dor HDP’ê werin ba hev û piştgiriya HDP’ê bê kirin. Yên ku pirsgirêkan çareser bike, aramî û wekheviyê bîne Tirkiyeyê HDP ye.”