HDP li Mereşê bi gel re civiya

Wekîla HDP’î Tulay Hatîmogûllari ya ku di civîna HDP’ê de ya bi gel re hatin ba hev axivî, anî ziman ku yê bi AKP’ê bide windakirin gel e û got: “Hêzên ku li vî welatî demokrasiyê pêk bîne, AKP bi wan nikare.”

Kamapanyaya "Em HDP'î ne, li her derî ne" ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Mereşê didome. Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Tûrgût Oker û parlementerên HDP'î Garo Paylan û Tulay Hatîmogûllari jî di nav de, partiyî li piştî navçeya Nazarcixê li gundê Kantarman ê Elbistanê hevdîtin bi gel re kirin. Cihê çalakiyê bi alayên HDP'ê hatin xemilandin û pankarta li ser "Ji bo jiyaneke wekhev, azad û demokratîk ji çiyayan ber bi behran ve em hevdîtinê bi gel re dikin" nivîsandî hat daliqandin. Beriya hevdîtinê gelek welatî li hev kom bûn û li ber muzîkê govend gerandin.

Di çalakiyê de destpêkê Parlementer Tulay Hatîmogûllari axivî û pêşî bi Kurdî, Erebî û Tirkî welatî silav kirin. Hatîmogûllari anî ziman ku bi destê AKP'ê darbeyeke sivîl tê kirin û got: "Hêza AKP'ê wê têra hêzên ku demokrasiyê ava bikin neke."

Hatîmogûllari, bilêv kir ku ji ber ku rayê AKP'ê kêm dibin cardin pirsgirêka Kurdî û Elewiyan kiriye rojev, lê belê bi ti awayî ne samîmî ye. Hatîmogûllari got: "AKP, winda dike û wê winda bike. Ê ku bi AKP'ê bide windakirin hûn gel in."

Piştre Parlementer Garo Paylan axivî û got: "Em li ser pêyan e li hemberî zaliman." Paylan got: "HDP, ne partiya meqam û şohretê ye. HDP'î ji bo hebûn, rûmet û hesasiyeta xwe têdikoşin. Ên vê têkoşîna hesas û rûmetê fêm nakin, hewl didin HDP'ê bigirin. Lê dê nikaribin partiya me bigirin. Divê em HDP'ê mezintir bikin. Ger HDP bijî, dê zalim nemînin."

Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Tûrgût Oker jî got: "Hebûna HDP'ê, hebûna Elewî, Kurd, şoreşger û sosyalîstan e." Oker bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan jî û got: "Daxwazên çalakgeran daxwazên me ne, em ê li her derî bibin dengê wan."

Heyet piştre derbasî navçeya Ekînozu bû û li avahiya partiyê hevdîtin bi gel re kir. Heyetê di hevdîtinê de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan.

Heyet, wê sibê biçe Dîlokê û li vir hevdîtinê bi rêxistinên civaka sivîl û gel re bike.