HDP li Dîlokê bi gel re civiya

HDP di çarçoveya kampanya ‘HDP’î ne li her derê ne’ li Dîlokê bi gel re civiyan. Di çalakiyê de Gora Paylan ê HDP’î ji girseyê re axivî û got: “HDP gel e, gel hê ji mêj ve ye dîwarê tirsê derbaskiriye.”

Serdanên Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a di çarçoveya ‘HDP’î ne li her derê ne’ ku berî demekê dabû destpêkirin li Dîlokê dawî bû.

Heyeta ku endamê Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê (MYK) Tûrgut Oker jî di nav de, ji Parlemnterên HDP’ê Alîcan Onlu, Gora Paylan û Tulay Hatîmogûllar pêk tên, di tevahiya rojê de bi rêxistinên civaka sivîl û gel re civiyan. Heyet di saetên şevê de li Sûka Çarşemê ya Şehîtkamîl ê bi gel re civiya.

Qada aktivîteyê bi pankatên ‘Ji bo guherîna demokratîkbûnê aştî’, ‘Bi înad aştî û bi înad HDP’ hatin hildan û bi alên HDP’ê hatin xemilandin. Aktivîteya ji 7 salî heta 70’ê salî tevlî bûn, gel li ber stranan govend gerandin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmên ‘Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin’, ‘Jin,Jiyan, Azadî’ û dirûşmên dilsoziya bi girtiyên di grevê de ne berzkirin.

Aktivîte bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de şehîd bûne destpê kir.

Wekîlê HDP’î Gora Paylan silav da gel û diyar kir ku gel hê ji mêj ve ye dîwarê tirsê derbas kiriye. Paylan daxwaza girtina HDP’ê bi bîr xist û got: “Vî gelî tirs derbaskiriye, niha Qesir ditirse. Niha desthilat li Qesrê difikire. Ji ber ku desthilatê winda dike. Demek nêzîk wê aştî bibe desthilat. HDP gel e. Demek nêzîk wê ev gel kepengên we daxin.”

Aktivîte bi derketina ser dikê ya hunermend Kadrî Çat û hunermendên xwecihî re bi dawî bû.