HDP'ê bal kişand ser berpirsyarên êrişa li Mexmûrê û hişyar kir

HDP'ê li ser êrişa DAÎŞ'ê ya li dijî Mexmûrê diyar kir ku ev êriş nîşan dide ku gefa DAÎŞ'ê ji nû ve metirsîdar dibe.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li ser êrişa çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser Mexmûrê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, Hikumeta Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ev demeke ambargo daniye ser kampa Mexmûrê, her wiha hikumeta AKP'ê dem bi dem kampê dike hedef, gefan dixwe û hate ragihandin, ku herî dawî doh nîvro DAÎŞ'ê êriş bir ser kampê.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji ber êrişê 3 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya HDP'ê de hate gotin, "Ev yek nîşan dide ku gefa DAÎŞ'ê ji nû ve metirsîdar dibe. Di encama têkoşîna QSD'ê de ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev rêxistina hov a bû belayê serê mirovahiyê hat ber tinebûnê. Lê belê bi hewldana dagirkeriyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê DAÎŞ ji nû ve zindî bû. DAÎŞ bi êrişa li ser Mexmûrê xwest deynê wan hêzên ku minetdarê wan e bide. Êrişa DAÎŞ'ê ya li dijî Mexmûrê mîna êrişa salên derbasbûyî ya li dijî Kobanê ye ku jê re hedef hate nîşandan. Ev êriş di heman demê de êrişeke tolhildanê ya li dijî Kurdan e ku Kurdan li pêşiya belavbûna xwe ya li cîhanê dibîne.

'HÊZÊN NAVNETEWEYÎ JÎ BERPIRSYAR IN'

Berpirsyarê êrişa li ser Mexmûrê DAÎŞ jî be, hêzên ku bi hewldana dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nû ve ruh dan DAÎŞ'ê û Kurd kirin hedef in. Berpirsyarê vê êrişê di heman demê de hêzên navneteweyî ne ku êrişên li dijî Kurdan pejirandin. Em vê êrişa li dijî Mexmûriyan bi tundî şermezar dikin ku Mexmûrî beriya bi salan ji ber zexta li Tirkiyeyê ji neçarî ji Tirkiyeyê reviyan û li çolê ji xwe re qadeke jiyanê afirandin.

BANG

Ev êriş nîşan dide ku hucreyên veşartî yên DAÎŞ'ê wê bi rêk û pêk bikevin nava liv û tevgerê. Hêzên ku li dijî DAÎŞ'ê têdikoşin divê careke din giraniyê bidin ser vê têkoşînê û ji bo ev rêxistin hîn bêhtir belav nebe û çalakiyên hovane neke gavên pêwîst biavêjin."