HDP: Em ê bêdeng nebin, em ê ranewestin

HDP'ê diyar kir ku tifaqa faşîst a AKP/MHP'ê dest daniye ser îradeya gel û destnîşan kir, "Ev yek ne tenê pirsgirêka HDP'ê û gelê Kurd e; pirsgirêka hevpar a hêzên demokrasiyê û gelên Tirkiyeyê ye. Bêdeng nebin, bêdengî qebûlkirine."

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê der barê desteserkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya HDP'ê wiha ye:

"Hevşaredarên me ku li Amedê bi rêjeya 63 ji sedî, li Mêrdînê bi rêjeya 56 ji sedî û li Wanê jî bi rêjeya 53 ji sedî hatin hilbijartin bi fermana ji derewan û hincetên bêhiqûqî yên Wezareta Karên Hundir ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Li dijî endamên me yên meclîsa şaredariyan û xebatkarên şaredariyan operasyoneke giran a destgîrkirinê tê kirin.

DARBEYA SIYASÎ YE

Ev yek darbeyeke nû û siyasî ye. Di heman demê de helwesteke dijminane ye li dijî îradeya siyasî ya gelê Kurd. Wezareta Karên Hundir navenda darbeyê ye, tetîkkêşê kiryar û biryarên li dijî demokrasiyê ye, navenda provokasyon û desteserkirina azadî û mafane.

Di dema qeyûman de li van sê şaredariyên bajarên mezin hemû çavkaniyên şaredariyan hatibûn çikandin û enqazek li holê hatibû hiştin. Mîna ku di raporên dîwana muhasabetê jî hate dîtin ku Wezareta Karên Hundir û desthilatdarî bi rêya qeyûman bûne navenda karên nelirê.

Ev desthilatdariyê û Wezareta Karên Hundir tehemûl nekirine ku karên nelirê yên dema bihurî ya qeyûman, rezîltiyên qeyûman ên li dijî çavkaniyên gel kirin eşkere bibin.

Bi qasî serê derziyê meşrûiyeta demokratîk a vê desthilatdariyê nemaye. Xespkirina îradeya gel, tişta di sindoqan de bi dest nexistine bixwazin bi dek û dolab û şîddeta dewletê bi dest bixin, bûye tiştekî asayî ya tifaqa AKP û MHP’ê.

Wê gelê me tu carî van tiştan qebûl neke. Wekî berê wê xwedî li îrade, nûnerên xwe yên hilbijartine û wê xwedî li partiya xwe derkeve.

BÊDENG NEMÎNIN, BÊDENGÎ TÊ WATEYA PESENDKIRINÊ

Li hemberî desthilatdariya ku îradeya gel xesp dike, îradeya sindoq û hilbijartinê nas nake, em banga piştgiriyê li hemû hêzên demokrasiyê, hemwelatiyên me yên xwedîwijdan, partiyên mûxalefetê yên di nav meclîsê de û yên li derveyî meclîsê, saziyên civakî yên sivîl,yekîtiyên sendîka û pîşeyan û komeleyên demokratîk dikin.

Li hemberî vê desthilatdariyê bikaranîna rêyên demokratîk ên meşrû û demokratîk, mafekî destûra bingehîn û ya hiqûqa navneteweyîye. Bi têkoşîna hevpar û bi biryar a hêzên demokrasiyê em dikarin demokrasiyê bi dest bixin.

Em bang li hemû kesan dikin ên ku di 31’ê Adarê û 23’ê Hezîranê de dengê xwe dane û ji bo têkçûna tifaqa AKP û MHP’ê û ji bo serketina demokrasiyê xebitîne. Ev ne bi tenê kêşeya HDP û gelê Kurd e, ev kêşeya hevpar a hemû gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê ye. Bêdeng nemînin, bedengî tê wateya pesendkirinê.