DFG: Di êrîşên Îsraîl û Tirkiyeyê de rojnamevan tên qetilkirin

DFG’ê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê de di nava salekê de 167 rojnamevan, dîsa di êrîşên dewleta Tirk ên li Başûr de gelek rojnamevan hatine qetilkirin.

DFG

Bi ser êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê cotmeha 2023’yan ve hatine destpêkirin salek derbas bû. Komeleya Rojnamevanan a Dîcle û Firatê (DFG) têkildarî şerê saleke di navbera Îsraîl û Filistînê de berdewam dike daxuyaniyeke nivîskî weşand. DFG’ê diyar kir ku di pêvajoya şer a salekê de 167 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan.

DFG’ê di daxuyaniyê de wiha got: “Bi ser êrîşên Îsraîlê yên li dijî Şirîda Xezayê salek derbas bûn. Êrîşên Îsraîlê yên saleke bênavber didomin bû sedemê hilweşîneke mezin. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê yên bi dîroka 4’ê cotmeha 2024’an di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê cotmehê ve 41 hezar û 802 kesan jiyana xwe ji dest dan û 96 hezar û 844 kes birîndar bûne. Ji van nêzî 17 hezaran zarok, 11 hezar jî jin in. Di van êrîşan de gelek rojnamevan jî hedef hatin girtin. Li gorî daneyên Sendîkaya Rojnamevanan a Filistînê (PJS) di encama êrîşan de herî kêm 167 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dane. Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) a navenda wê li New Yorkê jî ji van mirinan 111 teyît kirin û belge kirin. CPJ’ê ragihand ku ji van 16 jê jin bûn û herî kêm jî 2 ji wan ducanî bûn.”

‘DIVÊ HER KES LI DIJÎ ŞER BIKEVE NAVA LIV Û TEVGERÊ’

DFG’ê da zanîn ku heman rewş di êrîşên dewleta tirk ên li dijî Herêma Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî tê dîtin û ev tişt got: “Di êrîşên Tirkiyeyê yên du salan de edîtora Jineolojiyê Nagîhan Akarsel, nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê Îsam Ebdullah, xebatkarê JIN TV’yê Necmedîn Feysel Hecî, nûçegihanê Çira Tv’yê Mûrad Mîrza Îbrahîm û herî dawî jî di 23’yê tebaxê de li Silêmaniyê li dijî wesayîta ku rojnamevan tê de bûn bi SÎHA’yê êrîşek hate kirin û rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan. Em hedef girtina rojnamevanên li qadê karê xwe dikin qebûl nakin. Em van êrîşên li dijî hempîşeyên me yên filistînî, lubnanî û hem jî hempîşeyên xwe yên kurd şermezar dikin û bi vê boneyê careke din bi bi bîr dixin ku destnedayîna hevalên me yên rojnamevan heye, ev destnedayîn bi peymanên navnetewî hatiye ewlekirin Em bang li her kesî dikin ku ji bo sekinandina şer têbikoşin û bang li saziyên navneteweyî dikin ku ji bo pêşîgirtina kuştina rojnamevanan bikevin nava liv û tevgerê.”