HDP’ê wê li Akdenîz, Kerboran û Bedlîsê îtiraz bike

HDP wê li Akdenîz, navçeya Kerboran û Bedlîsê ji ber nelirêtiya AKP’ê îtiraza encamên hilbijartinê bike.

MERSÎN

Li navçeya Akdenîz a Mersînê di hilbijartina xwecihî de li gorî encamên ne fermî HDP 43 hezar û 974 deng û AKP’ê jî 47 hezar û 789 deng wergirt. Li navçeyê 147 hezar û 314 hilbijêran deng da û 7 hezar û 945 deng hatin betal kirin. HDP ji bo dengên hatine betalkirin serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind da.

Hevserokê HDP’ê yê Mersînê Mûstafa İşik  got ew ê heta dawiyê li heqê xwe bigerin.

Namzetê Hevşaredariya Akdenîz yê HDP’ê Reşat Aşan jî ragihand ku heta roja hilbijartinê Walîtiya Mersîn û Qeymeqamê Akdenîzê gef li wan kxwariye. Aaşan got encamên îtirazê wê nava rojê de diyar bibe.

MÊRDîN

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê jî li gorî encamên ne fermî AKP bi ferqa 664 dengan şaredarî bidestxist, lê HDP ji bo ji nûve hejmartina dengan li Desteya Hilbijartinê ya Bilind îtiraz kiribû.

MÛŞ

Desteya Hilbijartinê li ser îtiraza HDP’ê ya hejmartina 2 hezar û 500 dengên hatine betalkirin li hev civiya. Li Mûşê di hilbijartinê de AKP-MHP’ê 15 hezar û 919 deng, HDP’ê jî 15 hezar û 381 deng wergiritbû. HDP ji bo encamên 103 sindoq û dengên hatine betalkirin îtiraz kiribû. Tê payîn ku saetên li pêşiya me Desteya Hilbijartinê ya Bilind têkidlarî îtirazê biryarê bide.

BEDLÎS

HDP’ê li Bedlîsê ji bo hezar û 594 dengên hatine betalkirin û li gorî belgeya 142’an ku hejmara kesên deng dane lihev nagre serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind dabû.