HDP’ê li Wanê namzetên xwe da naskirin

HDP’ê ji bo nasandina namzetên xwe yên hevşaredariyê yên Wan û navçeyên wê bernameyek li dar xist.

Rêxistina bajêr a Wanê ya HDP’ê ji bo nasandina namzetê xwe yê hevşaredariyê yê şaredariya bajarê mezin a Wanê bernameyek li dar xist.  Namzetê hevşaredariyê yê Wanê Mûstafa Avci, namzetên hevşaredariyê yên Çardêran û Bêgiriyê jî tevlî bernameyê bûn.

‘DI 31’Ê ADARÊ DE EM Ê VÊ XESPÊ BI DAWÎ BIKIN’

Namzetê hevşaredariyê bajarê mezin a Wanê Mûstafa Avci di bernameyê de ya li Bêgiriyê axivî û got ku, “Gel li hemberî gefên AKP’ê va ye li ser piyan e. Gelê me aştî, azadî û demokrasiyê dixwaze. Îradeya gelê Kurd hatiye xespkirin di 31’ê Adarê de em ê vê xespê bi dawî bikin.”

‘EM Ê ŞAREDARIYAN BI PAŞ VE BISTÎNIN’

HDP’ê piştî Bêgiriyê li Çardêranê jî namzetên hevşaredariyê da naskirin. Namzetên hevşaredariyê yên Çardêranê Leyla Atsak û Farûk Demîr jî tevlî bernameyê bûn. Hevserokê navçeyê yê HDP’ê Alî Îhsan Taş di bernameyê de gel silav kir û diyar kir ku ew ê di hilbijartina herêmî de bi ser bikevin.

Namzetê hevşaredariya Çardêranê Farûk Demîr jî got ku, “Hilbijartina di 31’ê Adarê de ji bo me û gelê me gelekî girîng e. Em ê şaredariya ku hatiye xespkirin, têxin bin xizmeta gel.”

Namzetê hevşaredariyê yê bajarê mezin a Wanê Mûstafa Avci jî diyar kir ku piştî hilbijartina di 31’ê Adarê de ew ê şaredariyên ku bûne qereqol teslîmî gel bikin û hesapê hemû nelirêtiyan bipirsin.