HDP'ê ji bo Wêranşarê careke din îtiraz kir

HDP'ê der barê encamên hilbijartinê yên Wêranşarê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr da.

Di hilbijartinên xwecihî de li navçeya Wêranşar a Rihayê, namzetê AKP'ê yê serokatiya şaredariyê Salîh Ekîncî 37 hezar 330 deng, namzetên HDP'ê yên ji bo hevşaredariyê Hidir Oktay û Roza Yazmaci jî 36 hezar 573 deng wergirtibûn. HDP'ê îtiraz li vê encamê kir.

Oktay û Yazmaci diyar kirin, li navçeyê 85 hezar 376 deng hatin dayin, 6 hezar 607 ji wan nederbasdar hatin hesibandin û ji bo jimartina dengan jinûve bê kirin serî li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê dan. Ji ber ku Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê serlêdana wan qebûl nekir, HDP'iyan îro jî serî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr dan.