HDP’ê di derbarê tecrîdê de bi partiyên Başûrê Kurdistanê re civiya

Rêveberiya baroya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê, bi partiyên siyasî re ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, greva birçîbûnê ya li girtîgehan û yekiriya netewî civîya.

Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê bi Yekgitûya Îslamî ya Kurdistanê û Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê re civiya. Di civînên aliyan de behsa tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyên greva birçîbûnê û rewşa Başûrê Kurdistanê hate kirin.

Heyeta HDP’ê seat 10:00’an bi Yekgirtû Îslamî re civîya.

Di civînê de serokê karên siyasî yê Yekgirtûya Îslamî û wezîrê berê Dr. Mûhammed Hawdîany, endamên karên siyasî Adil Obaîd Omer û Mohammed Saleh Hasan amade bûn. Ji baroya HDP’ê Nahîde Ermîş û Hîkmet Hatîp tevlî hevdîtinan bûne.

Di civînê de endama Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Nahîde Ermîş, qala çalakiyên greva birçîbûnê kir û da zanîn ku grevên birçîbûnê yên li girtîgehê Tirkiyeyê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, 60 roj li pey xwe hêlane. Ermiş got ku divê her kes li dijî vê bê mafiya tê kirin dengê xwe derbixe û her kes tevlî vê berxwedanê bibe.

Nahîde Ermîş di dewama axaftina xwe de got: “2 mijarên sereke yên Tirkiyeyê hene, ya yekem girtina HDP’ê û qutkirina dengê azade, ya din jî dixwazin Kurdan bi hev bidin şer kirin. Dixwazin PKK û PDK’ê bihev bidin şer kirin, destkeftiyên Şengal û Rojavayê Kurdistanê ji holê rakin. Divê yekîtiya netewî ya Kurdan çêbibe, di vî alî de jî her kes hem fikire, lê di vê mijarê de karê mezin dikeve ser birêz Mesud Barzanî jî. Kurd 3 kesên ku ji bo xwe weke serok dibînin hene; yek ji vana Birêz Abdullah Ocalan, yê dûwem jî Birêz Calal Talabanî û yê sêyem jî Birêz Mesûd Barzanî ye. Divê Mesûd Barzanî xwe ji PDK’ê cûda bike, ji bo yekîtiya Kurdan dest bi xebatê bike û ji vê saetê û şûnde tenê di xema gel de be û bi vê yekê nêzî bibe û erkê xwe yê dîrokî bicih bîne.”

Ji Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê jî Dr. Mihemed Hawdiany got: “Me weke Yekgirtûya Îslamî, hertim zextên li ser Kurdan çi bi çalakiyan be çi jî di nava parlamentoyê de aniye rojevê. Di dîroka me de xebata me hemû ji bo destkeftiyên Kurdan tê kirin. Em partiyek netewîne, dema ku me dît hemû siyaseta AKP’ê dijî Kurdan e, me peywendiya xwe bi wan re da qût kirin. Li ser Kurdan zextek mezin tê kirin. Di sala 1992’an de PDK’ê Sadam, YNK’ê jî Îran anî û şerek mezin çêbû. Dîsa tenê Kurdan winda kir, em weke Yekgitû piştgiriyê didin berxwedanek bê çek. Divê partiyên Kurdan, fikra xwe ya siyasî bidin aliyekê û berê xwe bidin berxwedanek ku di berjewendiya hemû Kurdan de be. Me ji PDK’ê re got ku ger şerek çêbibe, wê tenê windakirin têde çêbibe. Hûn weke HDP, çawa li Tirkiyeyê dibin zextan de, li dijî zilm û zordariyê têdikoşin, em jî li vir dijî PDK’ê heman tiştan dikin û em ê vê yekê dewam bikin. Em berxwedana girtîgehan silav dikin û ji bo sekinandina vê zilmê, tişta ji destê me bê em ê bikin.”

Endamê karên siyasî jî li ser navê Yekgirtûya Îslamî Kurdistan Mûhammed Saleh Hasan jî bi dîmenek kurt piştgiriya xwe ya ji bo grevên birçîbûnê pêşkêş kir.

Heman rojê Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê bi Hizba Zehmetkêşan Kurdistanê re jî civiya.

Ji Partiya Zehmetkêşan, endamê konseya siyasî Bêkes Qadir û Soma Elî, ji HDP’ê jî weke nûnertiya baroyê Nahîde Ermîş û Hikmet Hatîp di civînê de cih girtin.

Di civînê de ji HDP’ê Nahîde Ermîş despêkê axivî û balkişand li ser binpêkirinên di girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de têne kirin.

Ermîş got: “Greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan 60 roj li pey xwe hişt. Dîsa li Mexmûr û Yunanistanê jî grevên birçîbûnê dewam dikin. Di vê rewşa niha de, divê her kes erkê dikeve ser milê xwe pêkbîne. Li Tirkiyeyê niha mijara sereke ya AKP û MHP’ê girtina HDP’ê ye. Dixwazin dengê Kurdan û azadîxwazan qut bikin. Dîsa mijarek din a dewleta Tirk ew e ku dixwazin di nava Kurdan de şerek lidar bixin. Dixwazin di navbera PKK’ê û PDK’ê de şerek derbixin û destkeftiyên Şengal û Rojavayê Kurdistanê ji holê rakin.

Serdana Hulusî Akar ya ji bo Bexda û Başûr li ser vê armancê bû. Li gorî medyayê, Bexda êrişa ku li dijî Şengalê red kiriye, lê li gorî daxuyaniyên medyaya bi ser PDK’ê, PDK’ê gulopa kesk ji bo Tirkiyeyê pêxistiye. Divê dijî vê yekîtiya Kurdan çêbibe û di vê rewşa niha de, erkê herî mezin dikeve ser milê birêz Mesud Barzanî.”

Endamê rêveberiya Zehmetkêşana Kurdistanê Bêkes Qadir jî axivî û got: “Çuyîna Hulusî Akar a ji bo Bexdayê, liser Şengal û PKK’ê bû. Lê piştî ku negihişt armanca xwe, berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Tirkiyeya ku li Bexda tiştek bi dest nexist, bi destê DAÎŞ’ê li Bexdayê teqînek pêkanî. Bi vê peyamê got Bexda ger tu bi min re tevnegerî, tuwê encamên wê jî bibînî. Tirkiye di heman demê de ev payam da Hikumeta Kurdistanê jî. Bexda dizane ger Tirkiye bikeve Şengalê wê ticarî dernekeve, Hewlêr jî vê baş dizane. Ji bo vê ger bi Tirkiyeyê re bibin yek, wê destkeftiyên heyî ji holê rabin û em tiştek wisan naxwazin. Tirkiye dixwaze Şengalê dagir bike û Rojava jî kontrol bike. Ev daxwaza PDK’ê ye jî, lê Îran heman tişt nafikire. Bexda dijî PKK’ê şerek nake, ji ber ku Bexda rêzê li PKK’ê digre. PDK jî naxwaze şerek navxweyî çêbibe, ji ber ku Bexda di nava sînorên xwe de şerek naxwaze.”

Herwiha endama rêveberiya Hizbat Zehmetkêşana Kurdistanê Soma Elî jî li di civînê de nêrînên xwe anî ziman û got: “Tirkiye dijî Kurdên Bakur û her kesê ku demokrasiyê diparêze, şerek daye destpêkirin. Ji ber ku em ji nêz ve dişopînin, tecrîda li ser Rêber Ocalan, tecrîda hemberî hemû kesên demokrasîxwaze. Pirsgirêka li Tirkiyeyê, bi girtina aktivîstan çareser nabe, dewleta Tirk li şûna pirsgirêka Kurdan bi rêyek aştiyane çareser bike, polîkaya girtinê daye destpêkirin. Polîtikaya xwe bi girtin û binçavkirina HDP’iyan dewam dike. Em weke Hizba Zehmetkêşan, vê polîtîkaya dijî HDP’ê şermezar dikin. Em berxwedana girtiyên siyasî silav dikin.”