HDP'ê 'daîreyên sexte' yên AKP'ê nîşanî rojnamevanan da

HDP'ê li Sêrtê li ser qeyda hilbijêran û hîleyên AKP'ê civînek li dar xist û 'daîreyên vala yên 232 hilbijêran' nîşanî rojnamevanan da.

Rêxistina HDP'ê ya Sêrtê, li ser mijara; jêbirina qeyda hilbijêran û qeydkirina hilbijêran li avahiyên vala civîneke çapemeniyê li dar xist. Parlamenterên HDP'ê yên Sêrtê Meral Daniş Beştaş û Siddik Taş û Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Serdar Batûr tevlî civîna li avahiya partiyê bûn.

Batûr diyar kir, li ser qeyda hilbijêran hîle tên kirin û wan ev yek kişf kirine.

'QEYDA ZÊDEYÎ 6 HILBIJÊRAN HATIN JÊBIRIN'

Beştaş jî biryara YSK'ê ya li ser dengên bêmohr bi bîr xist û got, "Qeyda 6 hezar û 488 hilbijêran hatine jêbirin. Piştî hişyariyên me lêkolîn hatin kirin. Me got, qeyda hilbijêran hatine jêbirin, van tespît bikin. YSK'ê jî biryareke ku eleqeya xwe bi Destûra Bingehîn re nîne da û got, 'Kî bixwaze dikare biçe qeyda xwe bike'. Tevî hemû astengiyan, mirov li ber serma û seqemê bi rojan li derve sekinînin û qeyda xwe nû kirin."

MALÊN VALA NÎŞANÎ ROJNAMEVANAN DA

Beştaş piştî civînê daîreyên vala yên weqfan nîşanî rojnamevanan da û diyar kir ku li wan daîreyan qeyda 232 hilbijêran hene.