HDP Amed: Li vir rêveberiya herêmî tune!

Hevserokên Bajêr ên HDP’ê Amedê diyar kirin ku li bajêr rêveberiya herêmî tune û AKP ji xeynî kaosê tiştekî din nadin gel.

Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Amedê, li otoleke navçeya Yenîşehîrê, civîneke çapemeniyê li dar xist û bi rôojnamegeran re civiya. Hevserokên Rêxistina HDP'ê ya Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Ûyanik û rêveberên partiyê tevlî civînê bûn.

Hevserokê HDP'ê Zeyyat Ceylan, di civînê de axivî. Ceylan, di destpêka axaftina xwe de kesên ku di erdheja Xarpêtê, aşûta Wanê û qezaya balafirê ya Stenbolê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr anîn û ev tişt got: "Ne erdhej, bêtevdîrî mirovan dikuje. Weke erdhejê, aşûta Wanê û qezaya balafirê jî nehatin birêvebirin."

‘FERASETA QEYYÛM ÎNKARAN KURDAN E’

Ceylan, destnîşan kir ku desthilat ji aloziyê pêştir tu tiştekî nade mirovan û wiha got: "Êrîşên li dijî kurdan her berdewam dikin. Feraseta qeyûm, înkara kurdan e.Ev feraset şaş e û em vê ferasetê qebûl nakin. Hewl didin civakê bi rêbazên leşkerî bi rê ve bibin û desthilata xwe bi vî awayî bidomînin. Wê HDP li dijî înkar û îmhayê, aştî û demokrasiyê esas bigire.

Piştî Ceylan, Hevseroka HDP'ê Hulya Alokmen Ûyanik jî axivî û bertek nîşanî polîtîkayên ku ji aliyê AKP-MHP'ê ve li dijî Kurdan tên meşandin da. Ûyanik, diyar kir ku vîna gel tê desteserkirin û wiha got: "Heke mirov qala Amedê bike, nikare bibêje ku rêveberiya herêmî heye. Daxwazin gel ji aliyê rêveberiyê ve nayên dîtin. Hemû bajar di bin tundiyê de ye.

‘XEBATÊN ME TÊN ASTENGKIRIN’

Ûyanik, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya ku li ber avahiya partiya wan tê lidarxistin jî û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: "Xebatên me yên rêxistina bajar tên astengkirin. Me roja destpêkê jî got, em niha jî dibêjin ku çareseriya vê pirsgirêkê bi dikare bi aştiyê pêk bê. Ev çalakî projeya dewletê ye. Em ji diyaloga ku bi me re were kirin re amade ne. Lê em dizanin ku pêşî li van hevdîtina hatiye girtin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Ûyanik, herî dawî banga tevlîbûna danişîna doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli kir.