HDP: Şaredariya Qersê ya gel e, ne ya çeteyan

Rêxistina Bajêr a HDP'ê ya Qersê got, ''Em ê nehêlin ku destkeftiyên gel badilhewa bikin. Şaredariya Qersê ya gel e, ne ya çeteyan''.

Gendeliyên Şaredariya Qersê ku HDP'ê dewr girt her roj derkevin holê.

Personelekî ku dema Murtaza Karaçan li Şaredariya Qersê dixebitî û li gel ku li girtîgehê jî bû meaşê xwe distand, li gel 4 kesan hate şaredariyê û pevçûn derxist.

Parêzerên Şaredariyê gilihên wan kesan kir ku pevçûn derxistibûn.

Şaredariya Qersê ya HDP'ê beriya bi çendekê dema serdana şandeya Ermenan hatibû rojevê, bi serkêşiya Sînan Ogan êrîşên nîjatperest biribûn ser Şaredariya Qersê.

Şaredariya ku ji bo logoya xwe biguherîne pêşbazî kirî, dîsa bûbû hedefa êrîşên nîjatperest.

'HIŞMENDIYA ÇETEYÎ'

Li ser van êrîşên li ser Şaredariya Qersê, Rêxistina Bajêr a HDP'ê daxuyanî da û got, ''Em dixwazin were zanîn, em ê nehêlin ku çeteyên ku piyonên berjewendiyên gemarî ne, ziyanê bîin ser destkeftiyan''.

Her wiha hate gotin, ''Li bara hişmendiya siyasetê ku destkeftiyên gel ti caran ti caran tercîhî çepelên çete nake, cihê talangerên ku xwe di ser her tiştî re dibînin, wê sergoya dîrokê be û ev ji hêla her kesî ve tê zanîn.''

Herî dawî hate gotin, ''Em ê destûrê ndin ku çepel û sêwertal destkeftiyên gel badilhewa bikin.''