HBDH’ê Serokê MHP'ê yê Bajêr ceza kir

Komîteya Kurdistanê ya HBDH’ê got “Me li serokê MHP’ê yê Mêrdînê da.”

Komîteya Kurdistanê ya HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Di 30’ê Gulana 2021’an de di dahnê êvarî de li pêşiya sîteya Dekorkent a Taxa 13’ê Martê ya Mêrdînê me bi çalakiyeke çekdarî faşîstê bi navê Ferhan Bozkûş ê ku Serokê MHP’ê ye ceza kir. Ev faşîst bi giranî birîndar bû û bi helîkopterê ew rakirine nexweşxaneyê.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin êdî kolan ji mêtingeran re hatiye girtin û hate gotin “Kolan ji mafyayan, çeteyên cîhadîst, hêzên kontra û hêzên îxanetkar re hatiye girtin. Hêzên ku êrîşî hejar, kedkar, rojnameger, parlementeran dikin, dora avahiyên partiyan digirin êdî di hedefa me de ne. Hêzên ku li zindanan êrîşî berxwedêrên greva birçîbûnê dikin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomîne, êdî wê her roj berdêlê bidin.

Hêzên ku di bin sîwana NATO’yê de êrîşî qadên gerîlayan dikin, divê baş bizanibin hêzên azadiyê wê wekî duh îro jî mêtinger û tasfiyekaran tune bike. Di hêza şoreşa yekgirtî de berxwedêriya fermandarê efsaneyî Adil Bilikî heye.”