HBDH’ê li Mêrdînê trafoya taxa cerdevanan teqand

Komîteya Kurdistanê ya HBDH’ê li Mêrdînê trafoya taxa cerdevanan teqand.

Komîteya Kurdistanê ya HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Di 6’ê Hezîrana 2021’an de li taxa Trafo ya ku cerdevan û noker lê dijîn hêzên me trafoya elektrîkê teqand. Di vê çalakiyê de trafo hate îmhakirin û heta demeke dirêj tax di tariyê de maye.

Hemû noker û cerdevanên ku li çiyayên Kurdistanê kemînan li pêş gerîlayan datînin, xizmeta mêtinger û dagirkeran dikin û îxanetê li gel dikin wê bibin hedefa çalakiyên me.”

Komîteya Kurdistanê ya HBDH’ê daxuyanî dabû û diyar kiribû di 30’ê Gulanê de li Mêrdînê wan li Serokê MHP’ê yê Mêrdînê Ferhan Bozkûş dane û ew birîndar kirine.

HBDH’ê di 31’ê Gulanê de jî li Mêrdînê bi çekê li Alîkarê Serokê AKP’a Mêrdînê Ekmer Sumer dabû û ew bi giranî birîndar kiribû.