HBDH’ê li Mêrdînê çalakî kir

HBDH’ê li Taxa Yalimê ya Mêrdînê çalakî kir û got “Em ê faşîzmê û hemû xizmetkarên wê têxin nav tarîtiyeke ebedî.”

Komîteya Kurdistanê ya HBDH’ê di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şoreşger a ji bo Şehîd Sînan Dêrsim çalakiyên xwe didomîne.

Di daxuyaniya nivîskî ya HBDH’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 21’ê Gulana 2021’an de li Taxa Yalimê ya Mêrdînê ya ku bêtir cerdevan û notirvan lê dijîn, milîsên me bi sabotajê trafoya elektrîkê şewitandine. Di vê çalakiyê de trafo îmha bûye û tax heta demeke dirêj di nav tariyê de maye. Li hemberî berxwedana gerîlayan mafya jî bi hev ketine û artêşa Tirk a dagirker ku hêza xwe ya leşkerî ji dest daye, cerdevan û çeteyan diajo ber bi çiyayên Kurdistanê. Em heta ku faşîzmê û hemû hêmanên ku xizmeta wê dikin têxin nav tarîtiyeke ebedî, em ê çalakiyên xwe bidomînin.”

Çalakiya me di şexsê hevrê Sînan Dêrsim de yê ku Endamê Komîteya Rêveber a HBDH’ê bû, ji bo bîranîna hemû şehîdên Gulanê hatiye kirin.”