HBDH'ê li dijî wesayita polîsên Tirk çalakiya sabotajê kir

HBDH'ê ragihand ku li Mêrdînê li dijî wesayiteke polîsên Tirk çalakiya sabotajê kirine.

Komîteya Kurdistanê ya Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şoreşgerî de ku ji bo bîranîna Şehîd Sînan Dersim de çalakiyên xwe dewam dike.

Di daxuyaniya komîteyê de hate gotin, "Şeva 21'ê Gulanê li taxa 13 Mart a Mêrdînê, li dijî wesayita şexsî ya polîsê faşîst Ûfûk Kartal çalakiya sabotajê hate kirin. Di encama vê çalakiyê de wesayit bi temamî îmha bû, di bin kontrola hêzên mêtinger ên polîsên faşîst de ji herêmê hate birin."