HBDH’ê li Êlihê TIR û depoya cerdevanekî şewitand

Komîteya Kurdistanê ya HBDH’ê diyar kir ku wan li Sasona Êlihê TIReke barkirî û depoya cerdevanekî şewitandiye.

Komîteya Kurdistanê ya HBDH’ê got “Di 29’ê Nîsana 2021’an de li Sasona Êlihê TIReke barkirî û depoya cerdevanê bi navê Ahmed Arslan ji aliyê milîsên me ve hate şewitandin.

Di çarçoveya Pêngava Tolhildana Şoreşger a Şehîd Sînan Dêrsim de çete, cerdevan û sîxurên bi mêtingeran re dixebitin û li dijî şoreşgeran şer dikin berdêla îxaneta li hemberî gel û gerîla dide. Li her dera Kurdistanê ji bo kontra û cerdevan dinya teng dibe. Dûmahîkên Mehmet Agar, Soylû û Ekenan cerdevan û kontra ne, wê berdêla wê bidin.”

Komîteyê diyar kiribû di 28’ê Gulanê de li gundê Kahvecî ya Hezoya Êlihê jî mala cerdevanê bi navê Emrah Kûrtûlmûş û şewitandine.