Hawjîn Mela Emîn: Divê em tevlî kampanyaya ji bo Ocalan bibin

Akademîsyen, şîrovekar û çalakvanên Başûrê Kurdistanê di bin navê “Azadiya Ocalan garantiya çareserî, aşitî û aramiyê ye” kampanyayekê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ragihandin.

Îşev wê saet 9:00’an kampanyayek di bin navê “Azadiya Ocalan garantiya çareserî, aşitî û aramiyê ye” li ser torên civakî were ragihandin.

Ew pêngave bi pêşengtiya akademîsyen, şîrovekar û çalakvanên Başûrê Kurdistanê pêk tê û amadekarî hatiye kirin ku îşev saet 9:00’an bi şêwazekî rasterast li ser rûpela Hêza Gel, Stêrk TV û Rojnews ji her çar parçeyên Kurdistanê tevlî wê kampaniyayê bibin.

Mamosteyê Zanîngeha Silêmanî Havjîn Mela Emîn yek ji wan amadekarên kampanyayê ye û derbarê wê kampanyayê ji ANF’ê re ragihand: “Di bingeh de kampaniya têkiliya xwe bi doza birêz Ocalan bi xwe re heye ku doza gelê Kurd e. Kampaniya pêywendî bi tecrîdkirin û ew şert û mercê dijwar re heye ku li Îmraliyê birêve diçe, di demekî de ku Rêberek wek birêz Ocalan garantiya aramî û aşitiyê ya li Rojhilata Navîn e û me li navnîşana ragihandinê de jî îşare bi wê yekê kiriye. Ji aliyê din ve bê guman ji niha de girîngiya wê kampaniyayê bi şert û mercên heyî yên li Rojhilata Navîn û bi taybetî doza Kurdî tê re derbas dibe ve pêywendîdar e. Her wiha bi leşkerkêşî, dagirkeriya Tirkiyê ve têkildar e. Ew hemû şert û mercê hestiyar li Rojhilata Navîn heye û ew komploya mezin a navdewletî ya li ser wan herêman birêve diçe, bi taybetî binpêkirina maf û destdirêjiya dewleta Tirk bi giştî şert û merceke wiha ava kiriye. Ji her demê zêdetir aniye bîra Rêberekî wek Ocalan û ew şert û mercê ku li Îmraliyê birêve diçe û tecrîdkirina birêz Ocalan bi wê yekê re têkildare ku vê roleke girîng û sereke ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan û doza aşitî û aramiya nava Rojhilata Navîn ku bi aramiya cîhanî ve girêdayî ye bilîze.”

Hawjîn Mela Emîn di heman demê de derbarê kampaniyayê bang li hemû rewşenbîr, nivîskar, hunermend û welatiyên her çar parçeyên Kurdistanê û gelê azadîxwaz, rizgarîxwaz û xwedî helwest ên ji neteweyên din kir ku tevlî wê helwestê bibin û wiha pê de çû: “Di vî aliyê de baştir ji carên pêşî me têkilî çêkiriye û amadekariyeke baş û dîtineke rasteqîne heye ji bo wê şert û merc û rewşê. Daxwaz dikîn ku her kes tevlî kampanyayê bibe û heya asteke zêde jî mil bi milê hin kampanyayên navdewletî pêwîste hemû piştgiriyê wê kampaniyayê bikin da ku kampanya bigihîje cihê ku pêwîste biçe û helwesteke rasteqîn li hemberî ew bê edaletiyê û astengkirina aşitî û azadiyê ya li Rojhilata Navîn ku dewleta Tirkiyê û wan hêzên ku girêdayî wî ne pêşve diçin û birêve dibin. Pêwîst e helwestek li Rojhilata Navîn ya hemû netewe û pêkhateyan hebe li hemberî wê dagirkeriyê û binpêkirinan. Pêwîst e em hemû bi hev re doza aşitiyê li wê navçeyê bi pêşve bibîn, bendewariyeke me yê wiha heye ku tevlî kampaniyayê bibin û bi dengdana kampaniyayê di astekî de be ku bikare me gavekê bi pêş ve bibe û bikare bandoreke rasteqîne çêbike.”