Hate destgîrkirin û bi êşkenceya elektirîkê hate qetilkirin

Xizmên Windayan vê hefteyê li aqûbeta Abûbekir Aras ê sala 1994’an li Cizîrê hate destgîrkirin û bi êşkenceya elektirîkê hatiye qetilkirin, pirsîn.

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di hefteya 604’an de jî bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin, berpirs bên darezandin’ bi rêya vîdeoyê li aqbeta Abûbekir Aras ê sala  13’ê Tîrmeha 1994’an li Cizîrê dema destîgirî hate windakirin pirsîn.

Endama Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ezgî Demîr serpêhatiya Aras ê dema destgîrkirî hate windakirin vegot.

5 ŞAHID: ÊŞKENCEYA GIRAN KIRIN

Demîr destnîşan kir ku 13’ê Tîrmeha 1994’an hêzên dewletê bi panzeran avêtin ser garaca ku Aras nobedariya wê dikir û ew destgîr kir. Birayê Aras Abdurrahman Aras piştî bûyerê çû Midûryeta Emniyetê ya navçeyê, ji bo wî hate gotin ku şeva roja ku birayê wî hate destgîrkirin, hatiye berdan.

Demîr wiha domand: “Li ser vê birayê Ebûbekir Abdulrrahman Aras li gel 5 kesên bi Ebûbekir re hatibûn destgîrkirin û piştî hefteyekê hate berdan, axiviye. Her 5 kesan jî diyar kir ku bi hev re hatibûn destgîrkirin û êşkenceyek giran lê hatin kirin û heta êşkenceya elektirîkê li wan kirine. Ebûbekir ji ber elektirîka zêde jiyana xwe ji dest dide, piştre jî ji ber vê mirinê êdî êşkenceya elektirîkê li 5 kesên din nakin.

Her 5 kes ji ber şert û mercên demê ji bo bûyerê şahidî nekirin. Birayê Ebûbekir içe Emiyeta Navçeya Cizîrê û reaş ku kesên mijara gotinê bûne şahid vedibêje. Gotinên kesên ku şahidî kirine ku ji ber elektirîkê jiyana xwe ji dest dane vedibêje. Dema birayê Ebûbekir vê dibêje polîsên bi navê Ramazan û Îbrahîm diyar dikin ku Ebûbekir dijî û ji ber hinek sedeman divê sebir bikin.

Têkildarî mijarê Midûryeta Emniyetê ya Cizîrê belgeyeke ya têkildarî destgîrkirina Ebûbekir û berdana wî amade dike. Di belgeyê de dîroka destgîrkirinê 17’ê Tîrmeha 1994’an di saet 05:00’ê sibê tê nîşandan. Dîroka berdanê jî heman rojê saet di 20:30’ê şevê detê nivîsîn. Lê tevî ku xwendin û nivîsîna Ebûbekir hebû, lê li jêra belgeyê mohra tilî hebû. Dîsa dîroka li ser belgeyê ya destgîrkirinê rastiyê nîşan nade. Tevî hemû hewldanan Ebûbekir ê hate destgîrkirin ti agahiyek nayê girtin.”