Gundiyên Pêncewên: Em ê ti carî dest ji xaka xwe bernedin

Gundiyên herêma Pêncewên a Silêmaniyeyê li ber êrişkariya dewleta Tirk a dagirker rabûn û diyar kirin ku wê ti carî dest ji xaka xwe bernedin.

Şêniyên herêma Pêncewên a Silêmaniyeyê ku beriya 2 rojan dewleta Tirk a dagirker bi balafiran bombe lê barandin, ji ANF'ê re axivîn.

Cotkarê bi navê Hadî ku debara xwe bi çandiniyê dike, di dema êrişê de li nava zeviyê xwe kar dikir.

Cotkar Hadî got, "Armanca dewleta Tirk têkbirina Kurdan hemûyan e" û nerazîbûn nîşanî hikumetên herêmê û navendî da ku li pêşberî êrişan bêdeng in.

Cotkar Hadî got, "Em vê yekê bi ti awayî qebûl nakin. Em ê bi yek deng û yek helwest li hemberî êrişan rawestin. Êriş ji bo tirsandina gelê Kurd tên kirin. Em ê ticarî dev ji axa xwe bernedin."