Gundiyên Bêdehê li ber faşîzma Erdogan rabûn

Gundiyên Bêdehê yê navçeya Kanîmasî ya Başûrê Kurdistanê ku ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hate bombekirin, nerazîbûneke mezin nîşanî êrîşan dan.

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li gundê Bêdehê yê herêma Kanîmasî ya Başûrê Kurdistanê barandin. Ji ber bomberdûmanê aşê dîrokî yê li gund jî xera bû.

Ji gundiyên Bêdehê Nasreddîn Bêdehê nerazîbûn nîşanî bomberdûmanê da û diyar kir ku bi salan e ew li vî gundî dijîn, her roj bi dengê top û hawanan hişyar dibin û got, "Herî dawî balafirên şer bombe li bexçeyên me barandin. Misilman tiştekî wiha nake. Eger Misilman bûna wê di meha Remezanê de bombe li mal û bexçeyên feqîr û belengazan nebaranda. Qedexe ku Misilman hev bikuje. Lê belê Erdogan her roj Kurdan dikuje. Bila êdî her kes rûyê rast ê Erdogan bibîne."

Bêdehê got, aşê dîrokî yê li gundê wan ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk xera bûye û wiha dewam kir: "Me genimê xwe li vir dihêrand û her kesî ji vî aşî sûd werdigirt. Me ne tenê debara xwe li vî aşî dikir, ev aş her wiha nirxekî manewî ye ku ji pêşiyên me maye. Ji xwe em timî diçin bajêr, lê belê her gavê em tên gundê xwe. Em li ser nirxên ku pêşiyên me ji me re hiştine dijîn. Aşê gundê me bi bombeyên faşîzmê xera bû. Erdogan faşîst e. Em ji her kesên ku ji bo mirovahiyê têdikoşin dibêjin; em daxwaza edaletê dikin."

'BI ROKETEKÊ DÎROKA ME XERA KIRIN'

Egîd Bêdehê yê ji heman gundî anî ziman ku balafirên şer ên dewleta Tirk 24 saetan li ser serê wan geriyan û got, "Binerin, hûn jî dibînin. Va ye merîfeta dewleta Tirk li pêş çavan e." Bêdehê destnîşan kir ku rûyê rast ê dewleta Tirk ji vê yekê jî eşkere dibe.

Egîd Bêdehê diyar kir ku dewleta Tirk êrîşî sivîlan dike, bombeyan li cih û warê sivîlan dibarîne û got, "Piştre jî dibêjin 'me li gerîla xist'. Ev der cihê me ye. Aşê me, dîroka me li vir e. Niha her tişt tar û mar kirine. Bi roketekê hemû dîroka me xera kirin. Em vê rewşê qebûl nakin. Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku dest li vê rewşê werdin. Bila li ber faşîzma Erdogan rabin."