Gundiyên Şapatanê: Dixwazin can û malê me tine bikin

Li gundê Şapatanê berî 40 rojan leşkeran bi ser gund de girtibû û welatî îşkence kiribûn, hêj bandora îşkenceyê li ser welatiyan heye. Welatiyan dan zanîn ku ji ber ku wan di 7'ê Hezîrana 2015'an de deng dane HDP'ê dewlet dixwaze can û malê me tine bike.

Li gundê Şapatanê ya Şemzînan a Colemêrgê di 6'ê Tebaxê de operasyona leşkerî hatibû destpêkirin, gelek welatî di gund de hatibûn îşkencekirin. Leşkerên ku welatî binçavkirin, îşkenceya xwe li qereqolê jî dewam kirin. Her çendî 40 roj bi ser vê hovîtiya dewletê re derbas bû jî heta niha kesên îşkencekar nehatine cezakirin.

38 welatiyên ku hatibûn îşkencekirin, wêne û raporên îşkenceyê radestî Serdozgerê Komarê yê Şemzînanê kirin, lêpirsîna ku ji hêla dozgeriyê ve hatiye destpêkirin dewam dike, lê heta niha tu polîs û leşkerek ji peywirê nehatiye dûrxistin. Piştî bûyera îşkenceyê di raya giştî de deng veda, şêwirmendê Serokwezîrê tirk Bînalî Yildirim Adnan Înanç hatibû gund û bi mele û keyayan re hevdîtin pêk anîbû û piştre gund terk kiribû. Her çendî 40 roj bi ser wehşeta hêzên dewletê re derbas bû jî ti rayedaran pirsgirêka welatiyan çareser nekir.

DER BARÊ BIJÎŞK ELÎF Ç. Û BERPIRSYARAN DE TI TIŞT NEHAT KIRIN

Piştî îşkenceya li gundiyan hat kirin, gelek heyet çûn gund û hovîtiya hêzên dewletê kirin rapor. Gelek saziyên wekî Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Komeleya Psîkiyatrî ya Tirk (TPD) û Komeleya Pisporên Tibê ya Edlî heyetek ava kir û der barê bijîşka bi navê Elîf Ç. ya ku gotibû "xeta  we ye" de lêpirsîn dan destpêkirin. Hat gotin ku lêpirsîn hêj dewam dike, lê Elîf Ç. jî bi hinceta ewlehiya wê tine naçe navçeyê.

JI BER KU DENG DAN HDP'Ê DI HEDEFÊ DE NE

Hêj gelek welatiyên gund ji ber îşkenceyê bi ser xwe de nehatine û di bin bandora îşkenceyê de ne. Gundiyan da zanîn ku ew ji salên 90'î vir ve di bin îşkenceya dewletê de ne, ji ber ku ji 2 hezar 500 dengan tenê 80 deng ji partiyên din re çûne û hemû dengên xwe dane HDP'ê, rastî zilma dewletê tên. Gundiyan aşkera kir ku sedî 70 esnafên Şemzînanê ji gundiyên Şapatanê pêk tên, roja ku îşkence pêk hatiye, roj tira din hemû li hev kom bûne û xwestine Şemzînanê terk bikin, li ser vê Qaymeqam gotiye ku 'Heke hûn navçeyê terk bikin, wê ev der perîşan bibe' û soz da ku wê berpirsyarên îşkenceyê ceza bike, lê heta niha tu soza xwe jî ne aniye cih. Gundiyan piştrast kir ku ji 27'ê Tebaxê vir ve, bi hinceta operasyonê nikarin ji malên xwe derkevin ji ber qedexeya li herêmê perîşan bûne.

‘DIXWAZIN CAN Û MALÊ ME TINE BIKIN’

Gundiyan destnîşan kir ku li gel îşkenceya li wan hatiye kirin, bi zanebûn li herêmê şewatê derdixin û bi vê rêyê polîtîkaya têkbirinê li ser wan dimeşînin û xwestin dawî li vê îşkenveyê bê. Jina bi navê Kudret Korkmaz bi keça xwe ya 6 salî û bi hevjînê xwe re hatiye îşkencekirin, da zanîn ku tiştên hatine serê wan ne tiştên ji rêzê ne û ji ber vê hovîtiyê derûniya wan xirab bûye û ev tişt got: "Em niha nikarin bikevin mala xwe. Mal wekî roja destpêkêk disekine." Korkmaz bal kişand ser îşkeneya li mêrê wê hatiye kirin û çawa li pey panzerê kaş kirine, bi van gotinan anî ziman: "Ew roja ku dest avêtin canê me, dixwazin dest jî daynin ser malê me. Wê rojê pere û zêre me jî hatin dizîn. Ji derveyê wan, 3 makînên dirûnê jî texrîb kirin, min bi wan makîneyan cilên herêmî didirûtin û pê debara xwe dikir. Berî salekê jî bi ser mala me de girtin û makînên me şikandin. Hêj şopên îşkenceya di laşê hevjînê min de dimîne. Em du car e ji bo tedawiyê diçin Wanê."

Pîrejina kurd a 78 salî Zekiye Gîrgîn jî bi kurê xwe Ogur Gîrgîn re îşkence dîtiye, aşkera kir ku ne tenê 40 roj, 40 sal jî derbas be, ew dê vê wehşetê ji bîr nekin.