Gulpî: Şerê Kurd bi Kurd di berjewendiya dijminan de ye

Gulpî diyar kir ku rewşenbîr, siyasetmedar, hunermendên Kurd û gelê Kurd li dijî dagirkeriya Tirk û şerê Kurd bi Kurdin û got: “Şerekî di nava Kurdan de, ji derveyî kuştina zarokên Kurdan ne tişteke dine. Ev şer di berjewendiyên dijmin de ne.”

Dr. Faîq Gulpî yê têkildarî êrîşên dagirkeriya Tirk û posîzyona PDK’ê ji ANF’ê re nirxand got: “Hêvî dikim ku helwesta dijminane ya PDK’ê ya li hember şoreşa Bakur û PKK’ê bi dawî bibe, cih li gel gelê Kurd bigire. Hunermend, rewşenbîr, siyasetmedarên Kurd û gelê Kurd; li dijî dagirkeriya Tirk û şerê navbera Kurd bi Kurd e.”

Dr. Gulpî wiha domand: “Şerê di navbera Kurdan de ji derveyî kuştina zarokên Kurd ne tiştekî dine. Şerekî wiha di berjewendiya dijminan de ye. Hemû dijminên Kurd dixwaze şer nava Kurdan derbixe. Taybet divê PDK, YNK û PKK di vê mijarê de hesyar bin. Halê hazir ya niha dixuyê PDK di warê aborî, siyasî û leşkerî bi dewleta Tirk re di nava hevkariyê de ye. PDK bi alîkarîkirina dewleta Tirk hem dixwaze şoreşa Bakur asteng bike, hem jî dixwaze PKK’ê tine bike.

PDK li Başûrê Kurdistanê û Iraqê hêzeke girîng e, ji bo wê divê berjewendiyên netewî yên Kurdan û Kurdistanê biparêze. Ji bo vê divê dev ji xizmetkirina polîtîkayên dewleta Tirk berde.

PDK li Başûrê Kurdistanê bi dewleta Tirk re di nava têkiliyan de ne. Di warê aborî, siyasî û leşkerî cihgirtina wê ya li gel dewleta Tirk nayê qebûlkirin. PDK dixwaze hemû başûr û hêzên Iraqê li dijî PKK’ê bide şerkirin. YNK’ê helwesta xwe ya ‘Em cih li gel şerekî di navbera Kurdan de derbikevin cih nagirin, rê nadin’ dubare kir.

Hêvî dikim ku helwesta dijminane ya PDK’ê ya li hember şoreşa Bakur û PKK’ê bi dawî bibe, cih li gel gelê Kurd bigire. Hunermend, rewşenbîr, siyasetmedarên Kurd û gelê Kurd; li dijî dagirkeriya Tirk û şerê navbera Kurd bi Kurd e. Divê PDK guh bide van, rêz dibe, dev ji vê helwesta xwe berde.

Dewleta Tirk bi hemû siyaseta xwe dijminahiya Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilat dike û li her derê vê dike. Divê vê baş fam bikin. Dewleta Tirk ne tenê dijminê PKK’ê ye. Dewleta Tirk bi her awayî vê yekê tîne ziman.

Rojên borî DYE’yê Qirkirina Ermeniyan erê kir, ji bo hemû cîhanê ragihand ku ya Tirkiye kirî qirkirin bû. Roja ku DYE ev daxuyanî da dewleta Tirk ji bo Başûr dagir bike, dest bi êrîşan kir. Ev rewşeke pir girîng e, divê fam bikin.

Iraq, gelek dewlet, aktivîstên biyanî û gelê Kurd li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Kurdan in. Tenê PDK ne li dijî qirkirina dewleta Tirk a li ser Kurdan e. Tavilê divê PDK li dijî polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk derkevin. Dev ji hevkariya pêre berde.”