Grevên li Başûrê Kurdisatanê didomin

Grevên birçîbûnê yên bêdawî û hemwext bidorveger ên li Hewlêr, Silêmanî, Keler û Mexmûrê bi biryardarî didomin.

Greva li Hewlêr di roja 179, Silêmanî 156, Kelar 84, Mexmûr jî 154 û rojiya mirinê ya Merwan Menduh Ozdemîr jî di roja 5’an de ye.

HEWLÊR

Greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger ya li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkiriye, di roja 178’an de dewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê koma 90’î ve dewam dike.

Çalakiya endamê Meclîsa HDP’ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz a bêdawî û bêdorveger jî 179 roj in dewam dike.

SILÊMANÎ

Greva birçîbûnê ya li Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin di roja 156'an de bi koma 78’an dewam dike.

Berxwedan endazyar Herêm Mehmûd jî ya li Kelar a Germiyan a Başûrê Kurdistanê jî di roja 84’an de ye.

Ciwanê ji Bakurê Kurdistanê Merwan Memduh Ozdemir li Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê di 14'ê Gulanê de li dijî tecrîda Ocalan dest bi rojiya mirinê kiribû. Berxwedana Ozdemîr dir roja 5’an de ye.

MEXMÛR

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ya li dijî tecrîda girankirî a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 154’an de ji aliyê komek 52’emîn ve hat dewir girtin.

Herwiha çalakiya Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fedîle Tok jî di roja xwe ya 119’an de bi biryardarî didome.