Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Grevên li Başûrê Kurdistanê bi biryardariyeke xurt didomin

Greva li Hewlêr di roja 184, Silêmanî 161, Kelar 89, Mexmûr jî 158 û rojiya mirinê ya Merwan Menduh Ozdemîr jî di roja 10’an de ye.

Grevên birçîbûnê yên bêdawî û hemwext bidorveger ên li Hewlêr, Silêmanî, Keler û Mexmûrê bi biryardariyekî xurt didomin.

HEWLÊR

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêr a Başûrê Kurdistanê 13’ê Mijdara 2018’an her du rojan bi dorveger hatibû destpêkirin bi biryardarî didome. Greva bêdawî û bêdorveger a endamê Meclîsa HDP’ê ya Hewlêr Nasir Yagiz jî di roja 184’an de ye. Grev bi koma 92’an dewam dike.

Pirsgirêkên tenduristiyê yên Yagiz ên weke serêşî, dîtin, bêxewî, bêtaqetî û tansyon her kêliya diçe hê zêdetir xwe dide der.

Yagiz 26'ê Sibatê di roja 98'an, 1’ê Çileyê di roja 73’an û herî dawî jî 3’yê Gulanê rakiribû nexweşxaneyê, lê her carê Yagiz tedawî qebûl nekir û bi biryardariyek xurt çalakiya xwe ya li navenda HDP’ê didomîne.

SILÊMANÎ

Greva birçîbûnê ya li Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin û her du rojan tê dewirgirtin di roja 161'emîn de didome. Çalakî ji aliyê koma 81’an ve bi biryardarî didome.

ROJIYA MIRINÊ

Di 14’ê Gulanê de jî ciwanê ji Colemêrgê Merwan Menduh Ozdemîr li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê dest bi rojiya mirinê kir. Berxwedana Ozdemîr di roja 10’an de didome.

KELAR

Berxwedan endazyar Herêm Mehmûd jî ya li Kelar a Germiyan a Başûrê Kurdistanê jî di roja 89’an de ye.

MEXMÛR

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku ji bo şikandina tecrîda girankirî a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her 3 rojan bi dorveger di roja 159’an de didome.

Herwiha çalakiya Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fedîle Tok jî bi vînek xurt di roja xwe ya 124’an de didome.