'Greva birçîbûnê rewa ye, tecrîd ne qanûnî ye'

Serokê Şaxê Wanê yê ÎHD'ê Mehmet Karataş anî ziman ku tecrîd li dijî qanûnê ye û greva birçîbûnê ya li dijî vê yekê tê kirin jî mafekî qanûnî û rewa ye.

Serokê Şaxê Wanê yê ÎHD'ê parêzer Mehmet Karataş li ser greva birçîbûnê, koça Efganan û qedexeya çalakiyan a 5 salan ji ANF'ê re axivî.

'KIRYAREK LI DIJÎ QANÛNAN E'

Karataş bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û destnîşan kir ku sedema bingehîn a vê yekê bêhiqûqiya li Îmraliyê ye. Karataş anî ziman ku cihê tecrîdê di nava hiqûqa navneteweyî de nîne û wiha dewam kir, "Ev rewş li dijî guhertinên qanûnî yên li Tirkiyeyê. Mebest ji bêhiqûqiyê ev e. Di hiqûqa navneteweyî û hiqûqa navxweyî ve, mafê her hikumxwarî heye ku hevdîtinê bi parêzer û malbata xwe re bike. Komara Tirkiyeyê ji ber bandora Abdullah Ocalan a li ser Rojhilata Navîn û Kurdistanê, bi rengekî bêhiqûqî tecrîdê ferz dike."

'GREVA BIRÇÎBÛNÊ MEŞRÛ YE'

Karataş destnîşan kir ku daxwaza ji bo bidawîkirina tecrîdê mafekî qanûnî û xwezayî ye û got, "Ji salên 2000'î ve tecrîd tê şidandin. Sala 2020'î bi bahaneya pêvajoya şewbê li girtîgehan hemûyan şert û mercên hikumxwarên siyasî bêhtir hatiye girankirin. Hevdîtina bi malbatê re, axaftina bi telefonê, nameşandin, peydakirina pirtûk û amûrên elektronîk hema bêje êdî nepêkan e. Grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina van kiryaran dest pê kiriye, mafekî mirovî ye. Ji ber vê yekê jî lêpirsîna dîsîplînê tê destpêkirin û ceza tê birîn. Têkildarî vê yekê biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn ên binpêkirinê heye. Ev cezayên dîsîplînê bêhiqûqî ne. Ji bo grevên birçîbûnê bên bidawîkirin divê daxwaz bi cih bêne anîn ku ev yek ji aliyê mafên mirovan ve gelekî girîng e."

KOÇA LI SÎNORÊ WANÊ

Karataş di dewama axaftina xwe de mijara penaberên Efgan jî nirxand û diyar kir ku li Tirkiyeyê têkildarî penaberan valahiyeke hiqûqî heye. Karataş bi bîr xist ku li Tirkiyeyê penaberî nayê qebûlkirin û got, "Tirkiye dibêje ku bi danîna blokên beton, bi kolandina xendekan, bi danîna têlan û bicihkirina hêza leşkerî li ser sînor wê pêşî li koçê bigire. Ev yek jî binpêkirina mafê jiyanê yê bingehîn e, binpêkirina berpirsyariya parastina mafê civakî û çandî ye ku erkê dewletan hemûyan e. Em dibînin ku mafê jiyanê yê penaberên ji Wanê tên welêt tê binpêkirin. Weke parêzvanên mafên mirovan em dixwazin ku qanûnên têkildarî parastina penaberan tavilê bi cih bêne anîn."

KIRYARÊN REWŞA AWARTE YÊN LI WANÊ

Karataş qedexeya çalakiyan a 5 salan a li Wanê nirxand û destnîşan kir ku ev yek kiryareke ji rewşa taybet e. Karataş diyar kir ku ev yek binpêkirina mafê xwepêşandana aştiyane û civînê ye ku mafekî destûra bingehîn e û got, "Nabe ku bikaranîna vî mafî bê binpêkirin. Divê ev qedexe bê rakirin û mirov karibin vî mafê xwe bi kar bînin."