Greva birçîbûnê di roja 61. de ye: Rewşa girtiyan krîtîk e

Greva birçîbûnê ya girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê, ku li dijî zext û zordariyê dest pê kir di roja 61'ê de ye.

Li dijî zexta 'nasnameyê' û zordariya li girtîgeha Tîa T a Xarpêtê tê kirin, girtiyên jin ev 61 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Di greva birçîbûnê de ku 1'ê Mijdarê dest pê kir, girtî ji ber ku 'nasnameya' rêveberiya girtîgehê daye wan red dikin, nikarin hevdîtinê bikin, biçinr evîrê û kincên ji bo zivistanê ji wan re nayê dayin. Xizmên girtiyan bi dozgeriyê re rûniştin û anî ziman, eger di hevdîtina bê ya vekirî de ew nikaribin xizmên xwe bibînin, wê li ber girtîgehê dest bi çalakiya rûniştinê bikin.

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Denîz Bahçecî li ser rewşa dawî ya li girtîgehê daxuyanî da û got, "Zextên il girtîgehan ev 4 meh in dewam dikin. Midûrê girtîgehê dibêje ku ev pêkanîn berî 4 mehan nebû, lê belê 4 meh berê jî dema diçûm serdana girtîgehê zextên bi vî rengî dihatin kirin."

Denîz anî ziman ku pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê derdikevin pêşiya girtiyên di grevê de ne û bi rengekî krîtîk kêm kirine. Denîz got, "Tevî vê yekê nikarin ji mafên tenduristiyê sûdê werbigirin. Kincên ji bo zivistanê nadin wan û pirsgirêka kincan heye. Cezayê hevdîtin û ragihandinê li wan hatiye birîn. Niha agahî ji girtîgehê nayê girtin. Ji ber ku ferzkirina nasnameyê qebûl nakin ceza li ser cezayan li girtiyan dibirin. Pêvajo hê ne diyar e, em ê bişopînin, divê her kes bişopîne."